Iraq: Rezervên avê li gorî demsala berê 3 qat zêde bûne

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku niha rezervên avê li gorî demsala berê 3 qat zêde bûne û hikûmet hewl dide ku di demsala havînê de rêjeya ava pêwîst dabîn bike.

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê Xalid Şemal ragihand ku hewlên hikûmeta Iraqê yên ji bo dabînkirina avê di demsala havînê de û zêdekirina rezervên avê berdewamin.

Xalid Şemal diyar kir ku niha rezervên avê li gorî demsala berê 3 qat zêdetir bûne ku Wezareta Çavkaniyên Avê wê vê avê ji bo pêwîstiyên navxweyî, kerta tenduristiyê û çandiniyê bikarbîne.

Her wiha Berdevkê Wezaretê da zanîn ku li gel dezgeh û avahiyên di bin wezaretê de ji bo pêkanîna projeyên nûvekirin û veguheztina avê bi hemahengî û hevkariya bi kompanyayên navneteweyî re kar dikin.

Hêjayî gotinêye ku ji ber guhertina avhewayê û girtina zêdetirî ji sedan 60’ê ava Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve, Iraq bi çolbûn û kêmaviyê re ru bi ruye. Di sala 2022’yan de hikûmeta Iraqê ragihand ku ji bûdceya giştî ji bo çareserkirina van diyardeyan bûdceya pêwîst veqetandine.

(fk)