ROJEVA 22.07.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-272 rojin rojnamevan Silêman ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

-Wê li Baxa Giştî ya Silêmaniyê Eniya Yekitiyê ya Dijî Dagirkeriyê, bi daxuyaniyek çapemeniyê were ragihandin.

-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.

-Dagirkeriya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê dewam dike.

-Gerîlayên azadiyê dijî dagirkeran Kurdistanê diparêzin.

-Xebatên ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê dewam dikin.

-Nakokiyên li ser walitiya Kerkûkê dewam dikin.

-Li dijî êriş û dagirkeriya berdewam a dewleta Tirk a dagirker ya li ser Kurdistanê çavdêrên siyasî yên Helebceyê bertek nîşan dan û wiha gotin: “Hatina artêşa Erdogan ne ji bo tunekirina PKK’ê ye, ji bo têkbirina desthilatdariya Herêma Kurdistanê ye ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye afirandin.”

-Ji bilî ku PDK hevkariya dagirkeran dike û wan tîne ser xaka Kurdistanê, di heman demê de senaryoyên metirsîdar jî çêdike û wek tawanek tavêje ser milê hêz û aliyên din ên siyasî vê çendê jî ji bo berjewendiyên dagirkeran dike. Endamên YNK’ê yên Koye gotin: “Kengê PDK lewaz bûye û tirsa binketinê hîs dike, dagirkeran tîne nav xaka Herêma Kurdistanê û serî li senaryoyên bi xwe çêkirî dide.”

-Malbatek xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi firotina Kelaneyan (Kadesîrk) debara xwe ya jiyanê dikin. Malbatê li ser rêya Ranye-Qeladizê cihek ji xwere vekirine û bêhna Kelane bala her kesê dikêşe ser xwe. Kesên carek Kelaneyê dixwin, carek din berê xwe didinê.

-Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê di warê leşkerî de şoreş pêkanî, her wiha di warê çand û hunerê de jî, bingehek sexlem ava kir û bilind kir. Yek ji wan berên bingehîn jî Hozan Serhade. Bi ser şehadeta Hozan Serhad re 25 sal derbas dibe, lê Hozan Serhed hê jî dengê zindî yê her çar parçeyên Kurdistanê ye.