PDK’ê çalakvanek revand û êşkence kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Tevgera Goran ya li Hewlêrê ragihand ku hêzên girêdayî asayîşa Hewlêrê yên PDK’ê, çalakvanê bi navê Seryas Ewnî revandibûn û êşkence kirin.

Duh endamek Tevgera Goran li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate revandin û bi hovane hate êşkencekirin.

Derbarê mijarê de Ofîsa Tevgera Goran ya li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê, endamê wan Seryas Ewnî ku tenê ji ber parastina mafê xelkê kiriye, revandin û êşkencekirin

Tevgera Goran ragihand ku ji êşkenceyê Asayîşa Hewlêrê berpirse.

Hêjayî gotinê ye piştî ku Seryas Ewnî hate êşkencekirin, duh hate berdan. Ewnî ku ji medya navxweyî re axivî, hate dîtin ku di nava xwinê de maye û hatiye êşkencekirin.