PDK’ê PKK’ê sucdar kiribû: Rastiya sûîqasta dijî Ekrem Salih derket holê

NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên ku di 15’ê Tîrmehê de bûyera sûîqestê li dijî Serokê Şaxa PDK’ê ya Germiyanê Ekrem Salih pêkanîbûn, eşkere bûn. Hat zanîn ku sûîqest ji aliyê 2 endamên Parastinê ve bi talîmata yek ji berpirsiyarên Parastinê Muhammed Ertûşî ve hatiye kirin.

Roja 15’ê Tîrmehê di saet 09:23’yan de wesayîta berpirsê şaxa 22 ya PDK’ê ya Germiyanê, Ekerem Salih bi rêya bombeyek ku di wesayîtê de hatibû bicihkirin, teqiya. Ji ber teqînê ti zirarên canî çênebûn.

Piştî bûyerê çi rû da?

Piştî bûyerê yekser asayîşa Germiyanê ragihand ku wan di derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine û wê hemû qeydên kamerayên çavdêriyê kom bikin.

Lêkolîna asayîşa Germiyanê ya di derbarê bûyerê de hîna didome û ti encamek ranegihandiye. Lê Encûmena Asayîşa Herêmê ku di jêr kontrola PDK’ê ye, hemanrojê daxuyaniyek ku rastiya bûyerê vedişere belav kir. Di daxuyaniyê de PKK ji pêkanîna teqînê berpirsyar hatibû nîşandan.

Rastî derket holê, bûyer bi destê PDK’ê hatiye kirin!

Pişt perdeyên bûyera Serokê Şaxa PDK’ê ya Germiyanê Ekrem Salih ê ku di 15’ê Tîrmehê de li navçeya Kelar a Silêmaniyê ji sûîqesta li ber mala xwe sax filitîbû, eşkere dibe. PDK’ê piştî bûyerê bê ku lêkolîn bi encam bibin, bi îftirayên bê bingeh PKK’ê sucdar kiribû. Lê derket holê ku talîmata kuştinê ji aliyê yek ji berpirsiyarên Parastinê Muhammed Ertuşî ve hatiye dayîn.

Ertûşî!

Li gorî nûçeya malpera Lêkolîn’ê kesekî ku diyar kir ew endamê PDK’ê ya Şaxa Germiyanê ye û ji ber ewlehiya canê xwe nexwest navê xwe aşkere bike, anî ziman ku Ekrem Salih ji aliyê yek ji berpirsiyarên Parastinê Muhammed Ertûşî ve bi hinceta ku gelek caran Salih agahî bi îstîxbarata YNK’ê Zanyarî re parve kiriye hatiye hişyarkirin.

MÎT

Heman kes van agahiyan parve kir: “Em dizanin ku di bin rêveberiya Muhammed Ertuşî de li Mesîfê, di 12’ê tîrmehe de bi komên endamên Parastin a ji 5 kesan pêk dihat re civîn lidarxistiye. Ji aliyê Ertuşî ve talîmat hatiye dayîn û ji aliyê Muhamed Zêranî û Resul Bextiyar jî ku li herêma Germiyanê her kes dizane endamên Parastinê ne ve sûîqast li Ekrem Salih hatiye kirin. Em dizanin ku Muhamed Zêranî li semta Şehram a taxa Kani Ba ya Silemaniyê dimîne û Resul Bextiyar jî li herêma Raperîn endamê Parastinê ye û bi nasnav Ebû Sazkar tê naskirin. Yanî jibilî min gelek kes dizanin ku yê hewildana kuştinê li Ekrem Salih kirine ev her du kesin. Lê ji ber Parastin û MÎT di heremê de li gelek kesan gef û tehdît kirine kes newêre biaxive.”

Endamê PDK’ê diyar kir ku sedema hewildana kuştina Ekrem Salih dibe ku Ekrem 4-5 caran bi endamên YNK’ê yên ku tê gotin endamên Zanyarî re hevdîtinan kiriye û van hevdîtinên ku weke danûstandina fikir û nêrinên li ser heremên parve kiribe weke hincet dîtibin û ev hevdîtin bê agahiya Parastin hatine kirin.

Endamê PDK’ê ya Şaxa Germiyanê ev agahî dan: “Ji ber ku ev du endamên Parastin ên ku hewildana kuştinê kirine, berê jî gelek caran di sohbet û axaftinên bi derdorê re dihat kirin, weke di bin ebayê de dara lêdanê nîşan bidin, digotin ‘navbêra we û YNK/Zanyarî pir başe, em vê yekî dibînin! Ka wiha dewam bikin em bibînin!”

Hat destnîşankirin ku armanca hewildana kuştina Ekrem Salih, ji bo ji vê gengeşiya di heremê de bilind dibe sûd werbigirin û bi hinceta ku bi Zanyarî an jî YNK’ê re hevdîtinan dike bixin stûyê Zanyarî an jî PKK’ê û bêjin wana kiriye. Sedemek e din jî dibe ku ji ber Salih hevdîtin an jî agahî bi YNK-Zanyarî re parve kiribe xwestibin bi temamî xwe jê xilas bikin.

Çavkanî: Lêkolîn

Li ber derê mala endamek PDK’ê ya li Kelarê teqîn

PDK’ê bi îftirayên bê bingeh bûyera li Kelarê xist stûyê PKK’ê!

PKK’ê li ser teqîna li Kelarê daxuyanî da û PDK’ê jî hişyar kir!

Asayîşa Herêmê, PDK’ê derewand