Li Berzence şewat: 700 donum erazî şewitî

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agir bi sînorê gundek Berzence ketiye û di encamê de 700 erazî şewitiye.

Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agir bi sînorê gundê Şokî ya ser bi bajarokê Berzence ya girêdayî navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ketiye.

Hate gotin ku di encama şewatê de 700 donum zevî şewitiye, piştî demekê agir hate vemirandin.