NAVENDA NÛÇEYAN
Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Îdareya Soran ragihand ku li binarê Çiyayê Zozik şewat derketiye.
Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Îdareya Soran ya ser bi Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber sedemek nediyar, li binarê Çiyayê Zozik şewat derketiye û ji bo vemirandina agir hewldanên tîmên wan dewam dikin.
Li gorî agahiyan, ji ber şewatê eraziyek berfireh şewitiye û heya niha jî nehatiye kontrolkirin.
Rêveberiya Parastina Şaristanî ya Îdareya Soran da zanîn ku ewê piştî agir hat vemirandin, daneyên ziyanan ragihînin.