Li Qeladizê 85 donum erazî şewitî

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber sedemek nediyar li Qeladizê şewat derket, ji ber şewatê nêzî 85 donum zevî şewitî. Tê gotin ji ber bûyerê 3 kes hatine binçavkirin.

Duh li sînorê Qeladizê ya ser bi Îdareya Raperîn şewat derket, tê gotin ji ber şewatê nêzî 85 donum erazî şewitiye.

Derbarê mijarê de berdevkê Parastina Şaristanî ya Raperînê Elî Qadir ji ajansa me re axivî û got; “Piştî çend saetan, ji ber berfirehiya şewatê agir bi zorê hate kontrolkirin. Di nava 85 donum zevî de gelek darên xwezayî şewitîn.”

Qadir da zanîn ku li ser bûyerê 3 kes hatine binçavkirin û niha lêpirsîna bi wan re dewam dike.