NAVENDA NÛÇEYAN
Gerîlayên Azadiyê îro li sînorê Pênciwên 19’emîn balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker xistin. Ajansa me Rojnews’ê dîmenê parçeyên balafira bê belav kir.
Di danê nîvro de hate ragihandin ku li sînorê gundê Siyagoz ya ser bi navçeya Germik ya girêdayî bajarokê Pênciwên ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê balefirek bê mirov hatiye xistin.
Rojnews dîmenê parçeyên balafira ku îro ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve hatî xistin, belav kir.
Li gorî dîmenên hatine bi destxistin, balafira bê mirov bi temamî şkestiye û şewitiye.
Hêjayî gotinêye ku ev balafira bê mirov ya dewleta Tirk a 19’emîne ku ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hatiye xistin.
(fk)