Rûyê trajîk yê fermana 2014’an

WEYSÎ TALLÎ-JIYAN PÎRAN

Mamoste û şêwekar Bîlen bal dikişîne ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û got: “Min rûyê dayikekê ji bo vê tabloyê guncaw dît. Di her xetek yê rûyê vê dayikê de min bûyerek bi êş yê pêvajoya fermana 2014’an çêbûyî xêz kiriye. Her wiha min xwest di çavên dayikê de berxwedana gelê Kurd ya li hemberî dagirkeran, vîna gelê Kurd ya serî ji dagirkeran re natewîne û gotina heta em azadiya xwe bi destnexin emê têkoşîn bikin rave bikim.”

Îro 10’emîn salvegera Fermana 2014’an a Şengalê ye, 10 sal bi ser fermanê derbaz bûn, hê jî êş û janên vê fermanê zindî ne û bi dehan gorên komî nehatine vekirin. Ji bo ev ferman û hevkariya bi çeteyên DAIŞ’ê re neyê jibîrkirin bi reng û rêbazên cuda tên vegotin.

Yek ji van jî Mamoste û şêwekar Elî Bîlen’e. Mamoste demek dirêj bi xebatek hestyar û bi êş ve mijûl bû û dawiyê berhemek ku rûyê dayikek Şengalî ku hemû êş û trajiyên fermanê li xwe digre xêz kir. Di salvegera fermanê de li ser berhem û xebata wî axivîn.

Mamosta Elî Bîlen ê yek ji xwendevanên destpêkê yên Atolyeya Şehîd Delîla ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi zorî, zehmetî û bê derfetiyên mezin karî vê atolyeyê ava bikin, heta roja me ya îro şêwekarên êş, şan û kêfxweşî û lehengên şoreşger bi tabloyan nemir dikin. Niha jî di bin sêwana vê atolyeyê de bi dehan ciwanên wargehê perwerdeya wênesaziyê dibîne.

Mamosta Elî sala 2004’an gava yeke ber bi xebatên wêne xêzkirinê ve diçe û wiha qala wan rojên xwe yên perwerdê dike: “Dema min dibistana navîn dixwend min dest bi perwerda wêne xêzkirinê kir û 4 salan min wek xwendevanekê perwerde dît.”

Êdî mamoste ye û zarokan fêrî wênesazıyê dike

Mamosta Bîlen piştî diçe zanîngehê dibîne karê hûnerê ku pê mezim bûyî û xwendina wî ji hev pir cihê ne, lê ve nebû sedemek ku ew ji karê hunerê dûr bimîne û vê dibêje: “Dema sala 2016’an min zanîngeh qedand, ez wek mamosta derbazî xebatên Atoleya Şehîd Delîla ya wêne xêz kirinê bûm. Me gelek xwendevan di atoleyên de perwerde kirin û gelek wênesaz li vir çêbûn.”

‘Her kadrajek êş û janeke’

Bîlen bal dikişîne ser tabloya ku hemû êş û janên civaka Êzidî ku 3’yê Tebaxa 2014’an ferman li wan hate kirin û wiha pêde çû: “ Min gelek zehmetî û westan bi çêkirina vê tabloyê ve dît. Ji ber ku her katrajek yê vî wêneyî serpêhatiyek bi êş ya civaka me ya Êzîdiye. Civaka Êzîdî ne tenê îro, ne di demê DAIŞ’ê de ev bi salane tên qirkirinê. Tişta ku DAIŞ’ê bi ser gelê me yê Êzîdî anîn ji derveyî pîvanên mirovahiyê bûn. Min hewlda bûyer û serpêhatiyên di demê DAIŞ’ê de li ser gelê me yê Êzîdî hatî pêkanîn bînim ser ziman.”

‘Keziyên li keviran alandî, zarokên çolê hiştî, bi komî kuştin…’

Çêkirina taloyek wê ne pir hesan be, mamosta Bîlen jî her trajediya li civakê bi hestek bê pênase xêz dike û zindî dike û li ser vê jî vê nirxandinê dike: “Bûyerên divê fermanê de herî zêde bandorî li ser min çêkirî porên keçên ciwan yên li ser keviran, bi komî kuştina mirovan, zîndî bin ax kirina mirovan û bi taybetî jî hiştina zarokan ya li ber keviran, ez gelek û gelek êşandim û me di xêzkirina wê de gelek zorî kişand.”

‘Herî zêde dayike êş û janê dikişine’

Bîlen tîne ziman ku her hunermendek bi şêweyekê hunera xwe hestên xwe rave dikin û bi berhemê çêdike hest û êşên xwe yên nekarî bîne ser ziman xêz dike û wiha pêde diçe: “Min jî hestê xwe bi vê tabloyê anî ser ziman. Gelek kes vê pirsê dikin. Çima te li ser rûyê dayikê ev wêne xêz kiriye? Ji ber ku di civaka me de kesên herî zêde êş dikişin û berdêlan dide dayike. Min rûyê dayikekê ji bo vê tabloyê guncaw dît. Di her xetek yê rûyê vê dayikê de min bûyerek bi êş yê pêvajoya fermana 2014’an çêbûyî xêz kiriye. Ne tenê ev bûyer, 74 ferman bi serê gelê me yê Êzîdî hatine. Ji ber wê jî min rûyê dayikê pîr nîşan daye û di her xetek yê rûyê wê de bûyerek aniye ser ziman.”

Berxwedana li dijî dagirkeriyê û vîna gelê Kurd nîşan da

Mamoste Bîlen hevkarî û xiyaneta li civaka Êzidî û berxwedana gerîla jî ji bîr nekiriye û wiha got: “Min xwest divê tabloyê de xiyaneta kesên ku gelê Êzîdî rû bi rûyî vê êrişê hêlayî û parastina gelê Êzîdî ya ji aliyê bazên azadiyê ve vebêjim. Li gorî dîtina min bûyera ji hemû yan bi êştir, êrişên hêzên pêşmerge ya li ser bazên azadiyên bû. Her wiha min xwest di çavên dayikê de berxwedana gelê Kurd ya li hemberî dagirkeran, vîna gelê Kurd ya serî ji dagirkeran re natewîne û gotina heta em azadiya xwe bi destnexin em ê têkoşîn bikin rave bikim. Tu jinên cîhanê nekarin mîna dayikên me yê Êzîdî xwe li hemberî van êşên mezin li ser lingan bigirin. Dema em temaşe dikin dayikên me yên Êzîdî li hemberî hemû êş û zoriyan xwe li ser lingên xwe digire û têkoşîn dike. Ev jî hêza jina Kurde.”