Di qêrîna dengbêjek Şengalî de, Fermana Osmaniyan

ŞENGAL-ROJNEWS

Ji ber fermanên li ser Êzidiyan pêkhatîn, ne hatine nivîsîn lê bi şêwazê devkî karîne heya roja îro bimînin. Herî zêde jî dengbêjên Êzidî fermanê bi dengbêjiyê vedibêjin. Di her awazek de fermanek û qêrînek xwe dide hîskirin.

Herî zêde jî fermanên ji aliyê Osmaniyan ve li nava sînorê Bakurê Kurdistanê ya îro de li ser Êzidiyan de hatiye. Hema bêje, niha Êzidî li Bakurê Kurdistanê nehiştine. Êzidî ji cih û warê xwe yê li Bakurê Kurdistanê re dibêjin, ‘Welatê Xalta’ anjî ‘Welatê Xaltan’.

Di piraniya stranên wan ên dengbêjiyê de behsa fermana li ‘Welatê Xalta’ tê kirin. Dengbêjê naskirî yê Şengalê Mirad Hecî ji bo qurbaniyên 74 fermanan û bi boneya 10’emîn salvegera fermanê strana ‘Delanê Xopana’ ku behsa fermana li ‘Welatê Xalta’ dike, ji me re dibêje. Ev stran ji bo salvegera 10’emîn a 3’ê Tebaxa 2014’an hatiye gotin.

(me/fk)