Bafil Talebanî: Komkujiya dijî Êzidiyan sucek nayê jibîrkirin û êşek mezine

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê bi boneya salvegera fermana Şengalê peyamek belav kir û got; “Komkujiyan ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve bi ser xwişk û birayên me yên Êzidî de hatî, sucek nayê jibîrkirin û êşek mezine.”

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî bi boneya 10’emîn salvegera fermana Şengalê peyamek belav kir.

Peyam wiha ye:

“Komkujiya ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve, bi ser xiwşk û birayê me yên Êzidî de hatî, sucek ji bîr nekirî û li ser dilê me hemûyan janek mezine. Em hemû kesên jiyana xwe dest dane û winda bûne bibîrtînin.

YNK ji bo avakirina Şengal û vegera Êzidiyan ya ji bo cih û warên xwe, di nava hewldanek mezin deye. Herwiha ji bo dîtina kesên çarenûsa wan nediyar, jî hewldan û lêgerînên me dewam dike. Em weke YNK li dijî planên ku jiyana Êzidiyan dixin xeteriyê, radiwestîn.”