Li Koyeyê mayînek bi zarokek ve teqiya

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid ya li Koyeyê Neşet Ekrem da zanîn ku mayînek bi zarokek ku li ber sewalên xwe bû ve teqiyaye û di encam de birîndar bûye.

Rêveberê Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid ya li Koyeyê Neşet Ekrem ji ajansa me re axivî û da zanîn ku li gundê Hacî Qela ya li navçeya Koyeyê, mayînek bi zarokê bi navê Ebdulrehman Qadir (12) ve teqiyaye.

Hate gotin ku di encama bûyerê de Ebdulrehman birîndar dibe û wî radikin nexweşxaneyê. Zarokê birîndar niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.