Li Bexdayê li ser dagirkeriya dewleta Tirk semînerek hate dayîn

BEXDA/ROJNEWS

Navenda Iraq ya ji bo Karûbarê Stratejî, li Bexdayê derbarê metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê de, semînerek da.

Li Bexdayê, Navenda Iraq ya ji bo Karûbarê Stratejî derbarê sedema dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê û encamên wê de, semînerek da.

Di semînerê de gelek pisporên leşkerî, siyasetmedar û pisporên ewlekariyê amade bûn. Semîner bi navnîşana ‘Metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakurê Iraqê, sedem û nerazîbûn’ hate dayîn.

Di semînerê de sedemên destpêkirina dagirkeriya dewlet Tirk ya li nav xaka Iraq, nerazîbûnên hikumeta Iraq û berpirsên hizbên siyasî ya dijî dagirkeriyê, hate guftugokirin.