NAVENDA NÛÇEYAN
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wêrankirina jîngeha Kurdistanê, çalakvanên Germiyanê şitilên daran çandin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker jîngeha Kurdistanê wêran dike û ew jî xwedî li jîngehê derdikevin.
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wêrankirina jîngeha Kurdistanê, çalakvanên Germiyanê li bajarokê Rizgarî yê girêdayî navçeya Kelarê bi dirûşemeya ‘Dagirker jîngeh û xwezaya Kurdistanê wêran dikin û em jî xwedî li xwezaya xwe derdikevin’ 30 şitilên daran çandin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker jîngeha Kurdistanê wêran dike û ew jî xwedî li jîngehê derdikevin.
Di çalakiyê de ji aliyê Goran Rehîm ve daxuyanî hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Dagirker jîngeh û xwezaya Kurdistanê wêran dikin, em jîngeh û xwezaya xwe zindî dikin. Eşkere ye ku dagirkerên Kurdistanê di dema êrîşên xwe yên dagirkeriyê de jîngeh û xwezaya Kurdistanê wêran dikin. Di nav êrişên xwe yên dagirkeriyê de ji bo armancên xwe yên dagirkeriyê û leşkerî qutkirina daristanên xwezayî ku sûcekê mezine li dijî xwezayê pêk tîne.”
Her wiha hate gotin ku rejîma Tirk a dagirker di qirkirin û wêrankirina jîngeh û xwezaya Kurdistanê de sînoran nasnake û di planên wê yên dagirkirina Kurdistanê de birîna darên Zeytûnan yên Efrînê û darên herêma Behdînan ya Başûrê Kurdistanê heye.
Di daxuyaniy daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi sedan malbat koçber kirine; zevî, bax, zeviyên çandiniyê û çavkaniyên avê bi dijwarî wêran kirine ku ev hemû jî dikevin kategoriya wêrankirina jîngeh û xwezaya Kurdistanê.
(wd)