Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê bi koma 75’an didome

MEXMÛR-ROJNEWS

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di roja xwe ya 380’an de bi koma 75’an didome.

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 380’an de bi koma 75’an didome.

Ji bo dewrgirtinê xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kombûn û koma nû çalakî bi merasîmekê dewr girt.

Dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd destpê kir. Piştî dewgirtinê li ser navê koma 74’an, çalakvana bi navê Ezîme Avyanî axivî.

Ezîme Avyanî di diyar kir ku ev zêdeyî salekê ye ew di çalakiya nobetê de ne û wiha got; “Armanca çalakiya me ne ewe ku em agahiyekê ji Rêbertî bigirîn, ji bo em bi awayek fîzîkî di nava xwe de bibînîn. Li Girava Îmraliyê li ser Rêbertiya me tecrîd li ser tecrîdê tê pêkanîn. Ne roja îro tecrîd li ser dimeşînin, ev 25 salin di nava tecrîdê de ye. Ji bo vê jî ji her demê girîngtire ku gele Kurd, malbat û parêzerên Rêbertî lê xwedî derbikevin. CPT’yê erka xwe pêk nayne. Ji ber ku CPT’yê bixwe di komployê de cih girtiye. Ji bo vê jî em hêvî ji gelê Kurd dikin ku piştgiriya hev bikin da ku em rojekê beriya rojekê Rêbertî fîzîkî azad bikin.”

Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma nû hat kirin.

(xt-en/wd)