NAVENDA NÛÇEYAN
Amerîka, Îngîlîstan û Rûsyayê ji ber metirsiya rûdana şerekî topyekûn di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, bang li welatiyên xwe kir ku ji Lubnanê derkevin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê ji bo welatiyên xwe yên li Lubnanê hişyarek weşand. Hate got: “Ji bo veguhestina bazirganî derfetên derketina ji Lubnanê hîn jî hene. Lê gelek şirketên balafiran seferên xwe rawestandin an betal kirine. Em wan kesên ku dixwazin ji Lubnanê derkevin teşwîq dikin ku bi çi awayî be bilêtan bigirin. Welatiyên Amerîkî yên ku pereyên pêwîst yên ji bo vegera li Amerîkayê bi wan re ne be, bila bi balyozxaneyê re peywendiyê daynin da ku bi deyn pereyan bistînin”
Ji bo welatiyên ku naxwazin ji Lubnanê derkevin jî bang li wan hate kirin ku tedbîrên xweprastinê bigirin.
Her wiha Îngîlîstanê jî bang li hemwelatiyên xwe kir ku “demildest ji Lubnanê derkevin”.
Rûsyayê jî piştî Amerîka û Îngîlîstanê banga ‘demildest Lubnanê biterikînin’ li welatiyên xwe kir. Tê texmînkirin ku ev hişyarî ji ber êrîşên muhtemel yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê hatiye kirin.