Divê sererastkirina ‘Yasaya Rewşa Kesî’ bi temamî were rawestandin

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Piştî zêdebûna nerazîbûnên li dijî guhertina Yasaya Kesî ya Iraqê, ji bernameya kar ya Parlamentoya Iraqê hate derxistin û xwendina duyemîn jêre nehat kirin. Jinên di nava partiyan de dibêjin ku derxistina wê ji rojeva karê parlamentoyê ne bes e û divê bi tevahî were redkirin û hewl neyê dayîn derbaz bibe.

Hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Yasaya Kesî pêşkeş kirin ku têde mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin ku ev jî zewaca zarokên 9 salî rewa dike. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, yasa mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di civakê de.

Berpirsa Ofîsa Çapemeniyê ya YNKê Tanya Kemal û Endama Serkirdatiya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Şeyda Merûf ji Rojnewsê re behsa metirsî û encamên nerênî yên hewldana guhertina Yasaya Kesî li ser jin û zarokan kirin.

Têkildarî hewildana guhertina Yasaya Kesî ya Iraqê ku ji aliyê hêzên Şîe ve pêşkeşî Parlamentoya Iraqê hatibû kirin Berpirsa Ofîsa Çapemeniyê ya YNK’ê Tanya Kemal wiha nirxand; “Yasaya Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959’ê yek ji yasayên herî bihêz û herî baş ya Iraqê ye û bi giranî di berjewendiya jinan de ye. Lê belê ev hewildana guhertinê mafên jin û zarokan binpê dike û bi her awayî red dikin. Guhertina vê yasayê li gel binpêkirina mafên jin û zarokan, dê bibe sedema zêdebûna tundiyê û bêtir jinan ji mafên wan bêpar bike.”

Tanya Kemal got; “Ew hêza ku guhertina Yasaya Kesî ya Iraqê pêşkeşî Parlamentoya Iraqê kir, li şûna ku bi hemahengiya aliyên peywendîdar re pêşniyarek baştir were amadekirin ku mafên jin, zarok û tevahiya civakê diparêze, hewl didin qanûneke wiha derbixin. Ji ber vê yekê em li dijî guhertina van yasayan ne ku ji faydeyê wêdetir encamên wê yên gelek nerênî û xirab hene.”

Berpirsa Peywendiyên Ofîsa Çapemeniyê ya YNK’ê di dawiyê de behsa li gel guhertina vê yasayê metirsiyên ku bi xwe re tîne kir û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Bi guhertina vê yasayê re metirsiya jihevketin û têkbirina nîzama malbatê dê tundiyê zêdetir bike û rêjeya zewaca zarokan jî dê çend qat zêde bibe. Ji ber vê yekê guhertina Yasaya Rewşa Kesî ji bo hemû beşên civakê metirsî ye.”

Endama Serkirdayetiya Hizma Zehmetkêşên Kurdistanê Şeyda Merûf got: “Yasaya Rewşa Kesî yek ji baştirîn û bihêztirîn yasa ye û guhertinên ku di wê serastkirinê de tên pêşniyarkirin ne pêwîstin. Ji ber dema ku zagonek tê guhertin, li şûna ku li ser aliyan bibe sedema reaksiyonên nerênî, divê aliyên wê yên erênî li ber çavan bên girtin. Lê di vê hewldanê de  mexdûr û qurbanên destpêkê jin û zarokin.

Her wiha di dawiyê de Şeyda Merûf bang li hemû jin, rêxistin û saziyên civaka sivîl kir ku hewl û zextên xwe zêde bikin û destûr nedin xwendin û derbaskirinê Yasaya Rewşa Kesî, ji bo bi temamî rawestandina vê hewldanê têbikoşin.”

(wd)