‘Divê Fûad Husên ji xwe şerm bike û dest ji kar berde!’

KOYE-ROJNEWS

Mamostayên Koyeyê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dan zanîn ku dewleta Tirk dixwaze dewleta Osmanî vejîne, Mûsil û Kerkûkê dagir bike û gotin “Divê Fûad Husên ji xwe şerm bike û dest ji kar berde.”

Mamostayên Koyeyê têkildarî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dibêjin “Tirkiye dixwaze dewleta Osmanî vejîne û Mûsil û Kerkûkê dagir bike. PKK yekane hêza Kurde ku ji bo Kurdistanê şer dike. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên Başûr li dijî vê dagirkeriyê rabin ser piyan û bêdeng nemînin.”

Yek ji mamostayên nerazî yê navçeya Koyeyê Hesen Ebas di nirxandinên xwe yên ji ajansa me re got; “Armanca Tirkiyê ji van êrişen dagirkeriyê vejandina sînorê Osmanî ye û dixwaze Mûsil û Kerkûkê jinûve dagir bike. Ligel vê xeyala xwe hewl dide PKK’ê jî tune bike. Ji ber ku dizane PKK yekane hêza Kurdistanî ye ku ji bo rizgariya Kurdistanê têdikoşe û ne ku ji bo berîka xwe û berjewendiyên xwe têdikoşe, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê şer dikin.”

Hesen Ebas got; “Divê Wezîrê Derve yê Iraqê (Fûad Husên) ku Kurde, dest ji kar berde. Ji ber ku haya wî jê tuneye ku Tirkiye rojane Herêma Kurdistanê bombebaran dike û jiyan li herêmeke girîng ya Başûrê Kurdistanê têk biriye. Lewma divê wezîr ji xwe şerm bike.”

Mamostayekî din yê nerazî Soran Ehmed jî derbarê êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a qirker yên li ser Başûrê Kurdistan, Gerîlayên Azadiyê, xelkê sivîl û jîngeha Kurdistanê wiha got; “Ev ne cara yekeme ku Tirkiye êrişî Herêma Kurdistanê dike. Tişta metirsîdar ewe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî ku heta niha jî xemsare, li dijî vê dagirkeriyê tiştekî nabêje û nexwedî helweste. Wekî din, ne ku tenê ew bi xwe nikarin tiştekî bikin an jî bibêjin, heta nadin welatiyan ku li hemberî van êriş û dagirkeriyê bibin xwedî helwest. Lewra divê her kes li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bike da ku mal û milkê Kurdan bên parastin.”

Di dawiyê de mamosta Soran Ehmed got; “Desthilatdarên Herêma Kurdistanê li malê şêrin û li derve jî rûvî ne. Ji ber ku ew li dijî gelê xwe ye û zilmê li wan dike. Lê bi hemû dijminên Kurdan re mil bi milin.”

Her wiha Derbaz Keyfî ku ew jî mamosteyek din yê nerazî yên navçeya Koyeyê ye da zanîn ku Kurd û Kurdistan ne di xema Tirkiyeyê de ye, lewma êrişî wan dike û li her derê cîhanê li dijî Kurdan radiweste. Di dewamê de got; “Niha welatiyên li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin nikarin bi azadî tevbigerin. Ji ber ku artêşa Tirk nuqteyên kontrolê danîne û welatiyan bêzar dike.”

Mamosta Derbaz Keyfî di dewama axaftina xwe de behsa xeteriya mayinde ya dagirkeriyê kir û got; “Ev karekî hovane û dagirkerî ye. Ji ber vê yekê divê Kurd li dijî van dagirkeran bi hev re rawestin û helwesteke tund nîşan bidin. Ji ber ku ev yek wê ji nifşên me re pêşerojeke nebaş bihêle û sînorê me bibe çol û qada şer.”

Di dawiyê de Derbaz Keyfî da zanîn ku berjewendiyên hizbî û malbatî bûne sedem ku hikûmet û hêzên desthilatdar yên Herêma Kurdistanê bibin hevkar û rêberê dijminên Kurd û Kurdistanê.

(wd)