NAVENDA NÛÇEYAN
-Rojnamevan Silêman Ehmed 285 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin.
-Li parka azadîya Silêmaniyê wê Şêrko Bêkes were bîranîn. (11:00)
-Li zanîngeha Silêmanî wê dîdarek li ser jenosîda Êzidiyan were lidarxisitn. –
-Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
-Gerîlayên Azadiyê dijî dagirkeriyê Kurdistanê diparêzin.
-Xebatên ji bo hilbijartina herêmê dewam dikin.
-Nakokiyên li ser walitiya Kerkûkê didomin.
-Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê her ku diçe berfirehtir dibe. Mela Nadir li ser vê got: “Xiyaneta li beramberî netew û welatekê, kiryarek bê exlaqiye. Pirsgirêka me hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re ye.”
-Helbestvanê nav û deng yê Kurd Şêrko Bêkes helbestvanek yê serdemê bû ku bi helbestên xwe xizmet ji bo huner û dîroka gelê Kurd dikir. Gelek berhem ji bo civaka xwe li pey xwe hişt.
-Piştî zêdebûna nerazîbûnên li dijî guhertina Yasaya Kesî ya Iraqê, ji bernameya kar ya Parlamentoya Iraqê hate derxistin û xwendina duyemîn jêre nehat kirin. Jinên di nava partiyan de dibêjin ku derxistina wê ji rojeva karê parlamentoyê ne bes e û divê bi tevahî were redkirin û hewl neyê dayîn derbaz bibe.