SILÊMANÎ/ROJNEWS
Çalakvanên siyasî diyarkirin ku ji bo êriş û dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê ti hêcetek nîne û gotin; “Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Kurdistanê ye, sedema êrişan jî bêdengiye. Divê xelkê Kurdistanê dijî êrişan xwedî helwest bin.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê a ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Çalakvanên siyasî yên Silêmaniyê derbarê dagirkeriyê de ji ajansa me re axivîn.
Çalakvanê bi navê Zerdeşt Celal da zanîn ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye, ger bersivek siyasî dijî êrişan neyê dayîn wê encamên xirab bi xwere bîne. Celal got ku dewleta Tirk bi kûrahiya 40 kêlometre ketiye nav aka Herêma Kurdistanê, pêwîste aliyên siyasî, Hikumeta Iraq xwedî helwest bin.
Di dewama axaftina xwe de Celal diyarkir ku li gorî yasaya navnetewî, dewleta Tirk xaka Iraqê binpê dike, divê bi taybet melayên olî van êriş û dagirkeriya dewleta Tirk weke heram binav bikin û xwedî helwest bin. Herwiha Celal bang li xelkê Kurdistanê jî kir ku nerazîbûn nîşan bidin û bêdeng nemînin. Celal da zanîn ku bi taybet bêdengiya hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, ji bo îro metirsiyek mezine.
Celal bang li hikumeta Iraqê kir ku sînorek ji dagirkeriya dewleta Tirk dane û got; “Ji êrişên li ser xaka Kurdistanê re, ti hêcetek nîne, armanca dewleta Tirk dagirkirine û ez bang li hemû welatiyan dikim dijî êrişan xwedî helwest bin.”
Çalakvanê bi navê Bextiyar Mihemed jî li ser heman mijarê axivî, Mihemed got ku dewleta Tirk tenê xwedî armanceke, ew jî dagirkirina coxrafyaya Başûrê Kurdistanê ye û wiha pêde çû; “Di dema borî de jî dewleta Tirk hertim dixwest beşek ji xaka Iraqê bixe ser xwe, lê ev yek pêknehat û hîn jî li pey vê xeyala xwe ye. Dewleta Tirk dixwaze ji vê rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê sûd wergire, ji bo vê jî li ser Iraq û Herêma Kurdistanê siyasetek metirsîdar dide meşandin. Bi hêceta gerîla, dixwaze li Başûrê Kurdistanê Mîsaqî Milî bixe meriyetê.”
Di dewama axaftina xwe de Bextiyar got; “PKK 50 salin ji bo azadiyê şer dike, lê her kes dizane ku Tirkiye nikare herêmên gerîla lê hene, dagir bike. Lê niha dest bi dagirkirina xaka Başûr û Iraqê kiriye, niha metirsiyek mezintir li ser xelkê sivîl heye. Bi salane dewleta Tirk dijberiya xwe ya li hemberî statûya Kurdistanê ne veşartiye, niha jî dijî rêveberiya Xweser ya Rojava disekine. Dewleta Tirk hertim dibêje ku ew rê nade ezmûna li Herêma Kurdistanê, li cihek din dubare bibe. Ji bo vê jî destkeftiyên Kurdan li ser xwe weke metirsî dibîne û hertim dijî vê radiweste.”