Li Bazyan û Pîrmegrun şewat

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê, li sînorê Pîrmegrun û Bazyan şewat derketiye.

Rêveberiya Polîsan ya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar li sînorê gundê Kanî Surî ya ser bi bajarokê Pîrmegrun ya Silêmaniyê şewat derketiye. Hate gotin ku ji ber şewatê, 50 donum erazî şewitiye.

Herwiha heman daxuyaniyê hate gotin ku li Bazyan jî agirek mezin derketiye û ji ber vê jî 50 donum erazî û dar şewitîne.

Dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku bi alîkariya xelkê herêmê, agir hatiye vemirandin.