SILÊMANÎ-ROJNEWS
Tevî hewla sererastkirina yasaya rewşa kesayetî ya Iraqê ya bi hejmara 188 a sala 1959’ê ji rojeva parlamentoyê hatiye derxistin jî, lê metirsî bi dawî nebûne. Parêzer Çiro Şiwan li ser vê got: “Divê guhertina qanûnê bi armanca bihêzkirina wê be, ne berovajî û binpêkirina mafên jin û zarokan.”
Hewldanek heye ku qanûna jimare 188 ya rewşa kesayetî ya Iraqê ya sala 1959’an were sererastkirin ku li gorî parêzer û parlamenteran dê rasterast bandorek nerênî li ser rewşa jin û zarokan bike û tundiyê di civakê de zêde bike. Bi pêşnûme qanûnê dê dayikan ji girtina dayikan bêpar bike, zewaca zarokan qanûnî bike, zewac û hevberdanê bi meleyan re sînordar bike û wan ji dadgehan dûr bixe.
Derbarê bandora yasayê bi giştî û bi taybet sererastkirina madeya 57’ê ya qanûnê ku qala mafê parêzbendiya zarokan piştî hevberdanê dike û giringiyê dide dayikê ji bo xwedîkirina zarokan, Parêzer û Hevseroka Encûmena Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Silêmaniyê Çiro Şiwan ji Rojnews’ê re axivî.
Parêzer Çiro Şiwan di destpêka axaftina xwe de qala bandorên sererastkirina yasayê kir û wiha got: “Madeya 57 ya yasaya rewşa kesayetî ya Iraqê di berjewendiya dayîk û zarokan deye. Ji ber ku yasa giringiyê dide dayikê piştî telaqê, lê bi wê sererastkirinê hewl tê dayîn ku dayikê ji vî mafî bêpar bihêle. Dema ku zagonek were sererastkirin, divê were xurtkirin. Di vê qanûnê de dikaribûn zêdetir guh bidana li ser başkirina rewşa dayikên telaqkirî û başkirina debara jiyana wan, da ku bikaribin zarokên xwe bê pirsgirêk mezin bikin. Lê berevajiyê wê, bandorek gelek xirab li ser deruniya zarok û dayîkê ava dike.”
Hevseroka Encûmena Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya Silêmaniyê Çiro Şiwan di dewama axaftina xwe de qala tedbîrên beramberî vê guhertinê were pêkanîn kir û wiha domand: “Divê rêxistin û çalakvanên mafên mirovan helwestê nîşan bidin û rê li ber derxistina yasayên ku ne di berjewendiya zarok û endamên malbatê dene, bi taybetî jî dayikanin, bigirin. Sepandina qanûneke bi vî rengî û bêparkirina dayîkê ji mafên wê, dê bandorek xirab ya derûnî bike. Di encamê de ferdekî civakê bi tengasiya derûnî re rû bi rû dimîne ku bi vî rengî şîdeta di nava civakê de zêde dibe.”
Çiro Şiwan herî dawî destnîşan kir ku ger hikûmeta Iraqê dixwaze yasayan sererast bike, divê hewla bihêzkirina malbatan bide û rê li ber bilindbûna rêjeya telaqê bigire ku li ser civak û kesan metirsiyek mezin çêdike.
(fk)