Rojnamevan Yadîgar: Ger PKK nebûya, wê metirsiya Tirkiyê mezintir ba

GERMIYAN-ROJNEWS

Her çend dewleta Tirk a dagirker dixwaze êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bi rengekî ku armanca wê têkbirina PKK’ê û parastina ewlekariya welat nîşan bide, lê di esasê xwe de armanc dagirkirina xaka Başûr û têkbirina ezmûna Herêma Kurdistanê ye. Çavdêrê Siyasî dibêje: “Di mejiyê Tirkan de berfirehbûn ji ya ku em lê difikirîn zêdetire.”

Ji ber bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, her ku diçe êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê berfirehtir dibe. Dewleta Tirk a dagirker li gel avakirina baregeh û seytereyên nû, niha li navçeyên Başûrê Kurdistanê bi kolandina bîrên neftê ve mijule. Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Yadîgar Elî di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî.

‘Tirkiye hewl dide hilbijartin li Herêmê pêkneyê’

Yadîgar Elî di destpêka axaftina xwe de qala armanca leşkerkêşana dewleta Tirk a dagirker ya li nav xaka Başûr kir û wiha got: “Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û binpêkirina serweriya Iraqê ne mijareke nû ye. Lê armanca wê ya sereke ewe ku hegemonyaya xwe li ser Başûrê Kurdistanê ferz bike. Dixwaze bi navê parastina ewlekariya xwe ya netewî Başûr hîn zêdetir lewaz bike. Her wiha divê hegemonyaya xwe ya siyasî li ser parlamento, hikûmet û biryara siyasî li Kerkûk, Mûsil û hemû qadên din ferz bike. Niha Herêma Kurdistanê nêzîkî hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê dibe û tê payîn guhertinek nû di ware desthilata siyasî ya li Herêma Kurdistanê de çêbibe. Ji bo wê Tirkiye dixwaze rewşekê ava bike ku hilbijartin neyê kirin. Yan jî bi şêweyekê ku zererê jê nebîne were lidarxistin.”

Li gorî Yadîgar Elî Tirkiye sedema sereke ya astengiyên li pêşiya avabûna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ye ku bi rêya Tirkmenên Kerkûkê vê yekê pêktîne, ji ber ku heta niha jî Kerkûk û Mûsilê weke beşekî ji Tirkiyê dihesibîne.

‘Tirkiye ji deverên ku dagirkiriye re dibêje navçeyên bi ewle, lê bi xwe terorê dike’

Di derbarê sedema bêhelwestiya Iraqê li beramberî van kiryarên Tirkiyeyê de jî Rojnamevan Yadîgar Elî wiha axivî: “Tirkiye dixwaze hîn zêdetir kompanyayên xwe yên neftê ji bo veberhênanê li Iraq û Başûr, bi cih bike. Her wiha bi rêya qutkirina avê zextê li Iraqê dike ku nekare li gel Tirkiyeyê tund be û li NY giliyê li dijî wî bike. Ji ber ku dewleta Tirk dest daniye li ser hemû çavkaniyên avê. Ji bo wê armanca dewleta Tirk ne tenê siyasî û leşkerî ye. Her Kurdekê li ku derê dibe bila bibe, wek dijmin dibîne. Dewleta Tirk naxwaze ezmûnek bi navê Kurd hebe. Li her cihekê dijminahiya Kurdan dike. Hetta tehemûl nake qenalek Kurdî jî hebe ku li Ewropayê jî êriş kir. Ji bo wê êrişên dewleta Tirk ne tenê li Başûr heye, li Rojavayê Kurdistanê jî gelek cihên niştecihbûnê avakiriye lê di rastiyê de li van deran teror tê kirin, alozî derdixîne û terorê rêdike navçeyên din. Ji ber vê yekê, di mejiyê Tirkan de berfirehbûn ji ya ku em li ser difikirin zêdetire.“

‘Rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk hatiye vekirin‘

Her wiha Rojnamevan Yadîgar Elî balkişand li ser helwesta hikûmeta demborî ya Herêmê û aliyên siyasî û wiha anî ziman: “Me li Herêma Kurdistanê hikûmetek neteweyî ya yekgirtî nîne. Beşek ji aliyên nav hikûmetê beşdarî peymana navbera Bexda û Tirkiyeyê ya ji bo leşkerkêşanê bûne. Ji bo wê em dibînin welatî têne şehîd xistin, baregeh têne avakirin û gund têne wêrankirin. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê ti helwestek raber nake. Çawa dibe dewletek were, beşek zêde ya parêzgeha Dihokê dagir bike, tiştek neyê gotin? Tevî dagîrkeran jî destûr nayê dayîn ku xwepêşandan bê lidarxistin û wisa tê nîşandan ku xelkê Herêma Kurdistanê ji vê dagirkeriya Tirkiyê razî ye. Gelê me gelekî hişyartir e û desthilatdarî jî li gorî vê hişmendiya neteweyî ya gel nîne. Ji ber vê yekê ya giring ewe ku li beramberî van êrişan helwestek ya me hebe û di vê hilbijartinê de rêbaza desthilatdariyê were sererastkirin û hevsengiya siyasî were guhertin. Ger na piştî hilbijartinan wê deriyek mezintir ji bo Tirkiye û dagirkeran were vekirin.“

Girêdayî berfirehbûna plan û dagirkeriya dewleta Tirk a li nav Başûrê Kurdistanê de Yadîgar Elî hişyarî da û wiha pê de çû: “Tirkiye li Başûrê Kurdistanê gelek baregehên leşkerî û dezgehên îstîxbaratê avakiriye. Niha jî Tirkiye li navçeyên dagîrkirî li neftê digere. Ger hinceta we ewe ku ‘PKK metirsiye‘ hûn çima neftê derdixin? Tirkiye dixwaze hegemonya xwe ferz bike û serokê hikûmet û parlamentoya Herêmê li Tirkiyeyê diyar bike. Xeyalên Tirkiyeyê yên ku hîn zêdetir xistina Herêma Kurdistanê û xelkê wê heye. Me dît ku Tirkiye bi rêya aboriya serbixwe û referandûmê çi anî bi serê me.“

‘PKK ji bo parastina mafên Kurdan hat avakirin‘

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Yadîgar Elî qala giringiya hevgirtin û yekdengiya gelê Kurd û aliyên Kurd kir û wiha got: “Girînge ku em wek Kurd berjewendiyên herî bilind ên gelê xwe deynin pêşiya her tiştekê. Ger em bi vê çand û hişmendiyê nexebitin, metirsî wê zêdetir bibin. Bila kes ne fikire ku Tirkiye ji ber PKK’ê hatiye, na ew hincetek bê bingehe. PKK ji bo parastina mafê Kurdan hatiye avakirin û partiyek azadîxwaze. Yê deriyê aştiyê girtiye Tirkiye ye. Ger PKK nebûya, ya ku Tirkiye niha dike wê gelek metirsîdartir û xirabtir bûya.“

(fk)