ROJEVA 05.08.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-Çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewamin.

-Rojnamevan Silêman Ehmed 286 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin.

-Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

-Gerîlayên Azadiyê dijî dagirkeriyê Kurdistanê diparêzin.

-Xebatên ji bo hilbijartina herêmê dewam dikin.

-Nakokiyên li ser walitiya Kerkûkê didomin.

-Çalakvanên siyasî diyarkirin ku ji bo êriş û dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê ti hêcetek nîne û gotin; “Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Kurdistanê ye, sedema êrişan jî bêdengiye. Divê xelkê Kurdistanê dijî êrişan xwedî helwest bin.”

-Tevî hewla sererastkirina yasaya rewşa kesayetî ya Iraqê ya bi hejmara 188 a sala 1959’ê ji rojeva parlamentoyê hatiye derxistin jî, lê metirsî bi dawî nebûne. Parêzer Çiro Şiwan li ser vê got: “Divê guhertina qanûnê bi armanca bihêzkirina wê be, ne berovajî û binpêkirina mafên jin û zarokan.”

-Her çend dewleta Tirk a dagirker dixwaze êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bi rengekî ku armanca wê têkbirina PKK’ê û parastina ewlekariya welat nîşan bide, lê di esasê xwe de armanc dagirkirina xaka Başûr û têkbirina ezmûna Herêma Kurdistanê ye. Çavdêrê Siyasî dibêje: “Di mejiyê Tirkan de berfirehbûn ji ya ku em lê difikirîn zêdetire.”

-Welatî û endamên rêveberiya Şengalê yên tevlî meşa, ‘Ji qikirin û koletiyê berbi xweserî û azadiyê ve’ bûn diyar kirin, hinek welat jenosîda Êzidiyan naskiribin jî, heya niha tiştek ji bo Êzidiyan nekirine û gotin: “Iraq hîn jî jenosîdê nas nekiriye û ev balkêşe. Lê welatên naskirine jî tiştek bo me nekirine! Em bawer dikin, wê Êzidî bi saya Rêveberiya Xweser bigihijin mafên xwe.”