Di xwepêşandanên Bangladeşê de heya niha 300 kes mirine

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bangladeşê di xwepêşandanên li dijî hikumetê de heya niha zêdeyî 300 kes mirine.

Li gorî jimartina ji daneyên polîsan, rayedaran û doktoran, di şerê navbera xwepêşandêran û alîgirên hikumetê de ku duh giran bû, 94 kes hatin kuştin. Bi vê yekê re hejmara kesên ji dema destpêkirina xwepêşandanan û vir ve hatine kuştin 300 kes derbas kir.

Li vî welatê Misilman ku nifûsa xwe 170 milyon mirov e, cara yekê ye ku di nava rojekê de hejmareke ewqasî zêde ya mirovan di xwepêşandanên li dijî hikumetê de jiyana xwe ji dest didin.

Bi hezaran Bangladeşî serê sibehê li Dakkayê li qadekê li hev kom bûn û daxwaza îstifaya Serokwezîr Şêx Hasîna kirin. Xwepêşandanan li dijî pêkanîna kotayê ya hikumetê di xizmetên cemaweriyê de danî, destpê kirin.

Xwepêşandêran bersiv dan banga kolektîfa xwendekaran a Xwendekarên li dijî Cihêkariyê ku pêr banga bêîteatiya sivîl kir. Sekreterê Giştî yê Partiya Awami League ya li desthilatdariyê Obeydul Qader jî bang li Bangladeşiyan kiribû ku roja Yekşemê li ‘hemû taxên Dakkayê’ û ‘navçeyên’ welêt li hev kom bibin.

Alîgirên herdu aliyan ên dijberê hev bi ço û kêran bi hev ketin û polîsan fîşekên rastî bi kar anîn. Li gorî polîsan, serdegirtin li qereqoleke polîsan a li Enayetpour (bakurrojhilat) bûye û 11 polîs hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyekî din ê polîsan li paytext Dakkayê kolan veguherîn ‘qada şer’ û girseya ji çend hezar xwepêşandêran agir berdan wesayit û motorsîkletên li nêzî nexweşxaneyekê.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî êvara Yekşemê daxuyaniyek da û banga “Tundiya giran a li Bangladeşê bila bê rawestandin” kir. Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de fikarên li ser hewldanên tevgera ciwanên partiya desthilatdar a li hemberî çalakgeran hate parvekirin.

Şêx Hasîna beriya panzeh salan bû desthilatdar û şerê ku niha diqewime yê herî giran ê desthilatdariya wê ye. Hikumetê bi navê misogerkirina pergalê xeta înternetê birî, dibistan û zanîngeh girt, qedexeya derketina derve ragihand û artêş wezîfedar kir.

Efserên berê yên artêşê jî piştgirî dan xwepêşandêran. Fermandarekî berê yê artêşê General Ikbal Karim Bhuiyan li hemberî Serokwezîr sekneke sembolîk nîşan da û tevî efserên berê yên payebilind bi daxuyaniyeke hevpar bang li leşkeran kirin ku xwe ji kolanan vekişînin û gotin, mirov êdî “Ji fedakirina canê xwe natirsin.”

Di gelek bûyeran de berevajî meha derbasbûyî leşker û polîsan dest li xwepêşandêran wernedan. Li gorî daxuyaniya roja Şemiyê, fermandarê niha yê artêşê General Waker-uz-Zaman diyar kir ku artêş ‘her tim bi gel re ye’.

Li Bangladeşê ku gelek bêkarên mezûn hene, xwendekar dixwazin ku sîstema cihêkariya pozîtîf a ku kotaya kar a cemaweriyê dide malbatên gaziyên serxwebûnê bê rakirin.