NAVENDA NÛÇEYAN
Saziya Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal ya li Wezareta Karê Hindir ya Iraqê, da zanîn çeteyek DAIŞ’ê ku propagandaya DAIŞ’ê dikir, hatiye girtin.
Saziya Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal ya li Wezareta Karê Hindir ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, çeteyek ku di medya civakî de, propagandaya DAIŞ’ê dikir, hatiye girtin.
Di daxuyaniyê hate gotin ku di dema lêpirsînê de çeteyê DAIŞ’ê li xwe mikur hatiye ku wî li ser medya civakî, ji bo DAIŞ’ê propaganda dikir.