Hogir li rex wênekêşiyê firindeyan jî ji tunebûnê diparêze

HELEBCE-ROJNEWS

Hogir wênekêşekî xwezayê ye. Dema ku ew li ser firindeyên tî zoom dike, wî hîs kir ku divê vê pîşeya xwe bidomîne. Belkû jî bî danîna qabên avê li daristanên xwezayî firindeyan ji windabûnê biparêze. Lewra ew bang li her kesî kir ku li gorî şiyana xwe ya ji bo parastina bedewiya xwezayî ya jîngehê alîkariya firindeyan bikin.

Hogir Ehmed 22 salî ye û xelkê Helebce ye. Ew wek wênekêşê xwezayê dixebite, bi piranî wêneyên firindeyan û daristanan dikişîne. Ev yek bû sedem ku bi danîna av û xwarinê li daristanên xwezayî ligel karê xwe, alîkariya firindeyan bike.

Ev xorte xema firindeyan bi xistina xwarin û avê di çanteya xwe ya tiştan de derbaz dike. Ev du salin çanteya xwe rojane bi av û xwarinê tijî dike û li daristanên Eneb, Ebabeylê, Cêle, Gulan, Çemê Gulan û Çawigê bi bîdonên plastîk firindeyan ji mirinê diparêze. Wekî ku ew dibêje “Karê minê wênekêşiyê bû sedem ku ez hevaltiyê bi jîngehê re bikim, jê hez bikim û biparêzim.”

Niha ku havîne û germe, firinde nikarin li her deverê av û xwarinê peyda bikin Ji ber vê yekê wênekêş û jîngehparêz Hogir Ehmed her roj serdana hinek deverên daristanan bike û ji dayîna av û xwarinê ji firindeyan re hilkişe ser daran.

Wênekiş û jîngehparêz Hogir bang li welatiyan kir ku eger nikaribin serdana daristanan bikin û alîkariya firindeyan bikin, dikarin li her derê malên xwe av û xwarinê bidin firindeyan û got; “Ev karekê pîroze û bila em hemû bi hev re vê havînê bikin. Ji ber ku di vê germa havînê de pêwîstiya firindeyan bi me heye.”

Di heman demê de, bombebaran û êrişên dagirkerî yên dijminên Kurdistanê, xemeke kûr di dilê van jîngehparêzan de çêkiriye, ku daristan tên şewitandin û bi hezaran ajel û teyr û hemû cûrên firindeyan bi zanebûn tên kuştin an jî neçarî koçberiyê dibin. Weke ku wênekêş Hogir dibêje “Cihê mixabiniyê ye ku ji ber bombebaranên dewleta Tirk yên li herêma Behdînanê ezal, firinde û hemû cûrên ajelan dibin. Lewra ev êriş û bombebarane, ji bo xweza û jîngeha me gefeke mezine”

(wd)