NAVENDA NÛÇEYAN
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Frankfûrtê çalakiya kon hate lidar xistin.
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hate lidar xistin. Çalakiya bi pêşengiya FCDK-KAWA’yê îro li Hauptwache Platzê ku yek ji cihên herî qelebalix yên Frankfûrtê ye destpê kir.
Di çalakiya kon de afîş û pankartên ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin, hatin daliqandin. Her wiha belavokên bi zimanê Elmanî hatibûn amadekirin hatin xwendin û ji aliyê ciwanan ve hatin belavkirin.
Li vir li ser navê federasyonê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat bibîr xistin ku ev bêhtirî 41 mehin agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.
Bêdengiya Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê (CPT) û welatên endam ên Konseya Ewropayê yên li hemberî binpêkirina mafê mirovan, hatin rexnekirin.
Çalakiya kon yek ji çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan ên ku li gelek bajarên Ewropayê tên lidar xistine. Roja Çarşemê wê li Frankfûrt û Wîesbadenê çalakî berdewam bikin.
Çalakî wê di navbera saet 11.00 û 16.00’an de pêk werin.