‘DAIŞ cara destpêkê li Mexmûrê şikest’

XURBET TALLÎ-MEXMÛR

Hemwelatiyên Mexmûrê diyar kirin ku ne Iraq’ê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê kesê xwe ne da ber parastina wargehê û ev bang kirin: “Em bang li gelê Kurd û dostên wan dikin, li dijî îlhaq û dagirkeriya Başûrê Kurdistanê rabin!”

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hovane êrişî Şengal, Mexmûr û gundewarên wê kirin. Di van êrişan de bi hezaran kes hatin qetilkirin, revandin û talankirin. Têkildarî vê hovîtiya DAIŞ’ê hemwelatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku şahidên wê deme ne, ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Avakerê hêza DAIŞ’ê Erdogan bû’

Mehmûd Repinî ku yek ji şahidên pêvajoya êrişên DAIŞ’ê ya 2014’an bû, diyar kir ku di dîrokê de hêzek wisa barbar û zû mezinbibe nehatiye dîtin û wiha peyîvî: “DAIŞ bi derketina xwe re mirovahî ji xwe da tirsandin, bi komkûjî û serjêkirnan dihat naskirin. Yek ji fermandar û avakerê hêza DAIŞ’ê Erdogan bû. Her wiha Suudî Erebîstan, Ûrdun, Qeter û Mala Barzan jî avakerê vê hovîtiyê bûn. Di 24 demjimêran de Iraqê Musil ji DAIŞ’ê re valakir. Her wiha tê zanîn çi anîn serê gelê me yê Şengalê û taybet jî PDK’ê çi bi serê Şengaliyan anî.”

Mehmûd Repinî qala êrişên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê jî kir û wiha got: “Wek xelkê Wargeha Mexmûrê em penaberin û me ti çek û cebilxane nînin, ti derfetên me nebûn ku em li hember DAIŞ’ê şer bikin. Ji bo wê jî me hewara xwe gihand PKK’ê ku me biparêzin. Destpêkê, PDK’ê rêneda ku gerîla derbasî vir bibin. Çawa ku pêşmergeyan Şengal berda û reviyan, li vir jî Pêşmerge reviyan û em man tenê. Me wê demê ji pêşmergeyan xwest ku çekên xwe bidin me da ku em li hember DAIŞ’ê şer bikin, lê nedan û reviyan. Piştî wê gerîla bi hewara me ve hatin û me bi hev re bi ruhê şerê gelê şoreşgerî li hember DAIŞ’ê şerkir. Pêşmergeyan Hewlêr jî da valakirin. PKK’ê nehişt Hewlêr bikeve destê çeteyan! Piştî ku me û gêrîla bi hev re DAIŞ têkbir, Mesûd Barzanî û çend serkirdeyên xwe ve hatin wargehê û bi gêrîlayan re rûniştin.”

‘PKK’ê tevahî herêm paqijkir’

Mehmûd Repinîn di dawiya axaftinên xwe de behsa xiyaneta PDK’ê ya bi hevkariya MÎT’ê ya li beranberî fermandar Heval Tekoşer kir û ev tişt gotin: “Yek ji pêşengên wê demê Heval Tekoşer bû û piştî rizgarkirina Herêma Mexmûrê ji aliyê agahiya PDK’ê dayî MÎT’ê ve hate şehîdxistin. Her wiha bi dehan gêrîlayên ku Hewlêr parastî, ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîdxistin. Cihê destpêkê DAIŞ lê şikestî Mexmûr bû. PKK’ê ne tenê wargeh, tevahî herêm bi operasyonan ji çeteyan paqijkir. PKK’ê ji bo gelê Kurd û Ereb şehîd dan. Ez bang li gelê Kurd û dostên wan dikim, li dijî îlhaq û dagirkeriya Başûrê Kurdistanê rabin! Divê em vî şerê niha tenê bi hêviya gêrîlayan ve nehêlin. Divê em jiyanê li dagirker û xiyanetkaran bikin jehir.”

‘PDK’ê daxwaz ji PKK’ê kir’

Her wiha Hacî Nerexî jî ku yek ji şahidê wê pêvajoyê ye wiha dibêje: “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê hatî Iraqê û komkujî li ser xelkê Şengalê pêkanî, wê demê herêm di bin serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê de bû. Piştî ku DAIŞ ket herêmê, li rûxmê ku hêza PDK’ê li herêmê xurt bûn jî, lê xelkê Şengalê hişt nav destê çeteyan de. Piştî ku me bihîst çete ber bi Mexmûrê ve tên, me xelkê wargehê rêkirin Hacî Awa û çend cihên ku ji bo wan hatibûn amadekirin. Ji bo herêma Kurdistanê nekeve destê DAIŞ’ê, PDK’ê daxwaz ji PKK’ê kir ku bi hewara wan ve werin. Piştî ku hêzên gerîla hatin Mexmûrê me jî wekî xwebexş li gel gêrîla û pêjmergeyan mil bi mil li himberî DAIŞ’ê şer kir. Piştî demekê agahiyek ji bo navçeya Mexmûrê hat ku her kes ji Mexmûrê derbikevin. Me weke xwebexş li gel hevalan xwe li çiyayê Qereçox bi cih kir. Vê carê ferman ji çiya hat ku eger hûn çiyayê Qereçox negirin wê Hewlêr bikeve. Piştî Qereçox ji aliyê hêzên me ve hat girtin, çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan wargehê û di nava hêzên me û çeteyan de şer derket. Her wiha piştî derxistina çeteyan ya ji herêma Mexmûrê, em wek hêza xwebexş û ya hevalan ku di wargehê de mabûn, me wargeh parast û xelkê me dîsa vegeriyan wargehê. Ne Iraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kesê xwe ne da ber parastina wargehê, yê ku em parastin em bixwe bûn. Her wiha yê ku ji bo parastina herêmê şerkirî û şehîd dayî jî xelkê vê wargehê bû.”