NAVENDA NÛÇEYAN
-Nerazîbûnên girtina partiyên Kurd ya ji aliyê Iraqê ve mezin dibin.
-Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê dewam dike.
-Gerîlayên azadiyê dijî dagirkeran Kurdistanê diparêzin.
-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.
-Kerkûk hîn bê waliye.
-Xebatên ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê dewam dikin.
-Ji ber bêhelwestiya hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker roj bi roj êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dike û PDK jî bi her awayî hevkariya vê dagirkeriyê dike. Hunermendên Silêmanî vê yekê weke metirsiyeke mezin dibînin û dibêjin “Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi bêdengî û bêhelestiya xwe piştgiriyê didin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.”
-Çalakvanên jin yên Başûrê Kurdistanê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê de gotin; “Dixwazin bi dagirkeriyê dawî li doza Kurdan bînin, mixabin desthilatê jî bêdengî hilbijartiye û mil daye milê dagirkeran. Divê gel dijî vê xwedî helwest be, ji ber dagirkerî metirsiyek mezine.”
-Her sal bi hatina havînê re bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê tûşî kêmbûna avê dibin. Li Silêmaniyê çend tax hene ku pirsgirêka ava vexwarinê heye. Welatî dibêjin, kêmbûna ava vexwarinê bûye sedema pirsgirêkan û ew neçarin ku avê biha bikirin.
-Hemwelatiyên Mexmûrê diyar kirin ku ne Iraq’ê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê kesê xwe ne da ber parastina wargehê û ev bang kirin: “Em bang li gelê Kurd û dostên wan dikin, li dijî îlhaq û dagirkeriya Başûrê Kurdistanê rabin!”