SILÊMANÎ-ROJNEWS
Nivîskareke jin di nivîsên xwe de êş û daxwazên jinan vedibêje û qala girîngiya parastina çand û nasnameya netewî dike. Nivîskar Gulzar Ferec bi xwe wiha dibêje: “Ez xwe wek zimanê jinan dibînim û di nivîsên xwe de êş û azarên jinan dinivîsim. Jin bi nivîsandin û xwendinê dikare bigihîje azadiyê û daxwaza mafên xwe bike.”
Gelê Kurd di warê çand, wêje û hunerê de yek ji dewlemendtirîn neteweyên Rojhilata Navîne. Lê dagirkerên Kurdistanê jî weke hemû qadên din weke pîşeya xwe ya kevnar hertim hewl didin ku çandên dewlemend ên gelê Kurd tune bikin û ji holê rakin. Bi vê ve girêdayî jî raste rast di şexsê civak û çanda civakê de jin têne hedef girtin.
Nivîskar û helbestvana jin a Silêmaniyê Gulzar Ferec di derbarê giringî û parastina çand û hunera Kurdî de, her wiha rol û misyona jinê di vê yekê de ji Rojnews’ê re axivî.
‘Jin bi nivîsandin û xwendinê dikare bigihîje azadiyê û daxwaza mafên xwe bike’
Gulzar Ferec di destpêka axaftina xwe de qala nivîsên ku ji bo jinan nivîsandine kir û wiha got: “Jin di civakê de mirovên jîr û mezinin, hezkirina wan a kûr ji jiyan, hezkirin, zarokan û welat re heye. Jin bi xwendina xwe ya dîrokê dikare bigihîje azadiyê, daxwaza mafên xwe bike û têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo vê yekê jin jiyane, jiyanê ne kujin. Ez di nivîsên xwe de her tim behsa êş û azarên jinan dikim û xwe wek axafvanek zimanê jinan dihesibînim. Ez di wê baweriyê de me ku mirov bi êşên ku dikêşin, hene û bi hêz dibin.”
‘Bikaranîna zimanê dayîkê di perwerdekirina zarok de, dikare kesayetek rewşenbîr ava bike’
Nivîskar Gulzar Feracî behsa parastina ziman û reseniya Kurdî kir û wiha anî ziman: “Em dikarin bi nîşandana reseniya xwe di hemû kar û çalakiyên xwe de girîngiyê bidin parastina ziman û reseniya xwe. Her wiha bi bikaranîna zimanê dayîkê di perwerdekirina zarokan de, nifşek rewşenbîr ava bikin. Divê em hemû hewl bidin ku hîn zêdetir giringiyê bidin zimanê dayîkê û peyvên Kurdî, hîn zêdetir em bikarin di kiryar û çalakiyên me yên jiyana rojane de bikarbînin. Piştî peymana Lozanê Kurd parçe parçe kirin û di nav çar dewletan de hatin dabeşkirin. Gelê Kurd dikare ku hîn zêdetir parastina ziman û reseniya Kurdî bike. Bi parastina ziman, reseniya nasnameyê û bikaranîna peyvên kurdî, em dikarin hebûna xwe ji nû ve îspat bikin û nehêlin dagirkeran wê tune bikin.”
‘Divê em bi perwerdekirinê mafên xwe biparêzin û cudahiya netew û çînan ji holê rakin’
Nivîskar û helbestvan Gulzar Ferec wiha domand: “Axa me erdeke ku kulîlkên jin lê şîn nabin, çanda me bi pirrengî û pirdengiyê bawer nake. Em hîn jî dibînin ku kursiya desthilatdariyê ji bo mêrane, ev jî berhema zihniyeta zilamsalare ku di her quncikek jiyana me de cih girtiye. Divê em jin bi perwerdekirina xwe û ji holê rakirina cudahiyên çînî û zayendî mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Jin bi hev re dikarin zarokan û nifşên pêşerojê hîn bikin, çawa ku weke berê perwerdehiya bi Kurdî ya hezkirina welat bi hebûna me ve hatiye girêdan. Bi vî awayî divê zarokên me fêrî hezkirina welatê xwe bibin û nasnameya xwe winda nekin. Dema serdana her welatekê kir jî welatparêziya xwe îfade bikin û belav bikin.”
Gulzar Ferec, nivîskar û helbestvana Kurd a Silêmaniyê, di sala 1973’yan de li navçeya Xurmal a parêzgeha Helebceyê ji dayîk bûye. Ji zarokatiya xwe ve bi nivîs û helbestê re eleqedar bûye. Nivîsên wî bi piranî surrealin ku di sala 2015’an de yekem xebata xwe ya pexşanî weşandiye.
(fk)