Tenê deng û huner dimînin û nemirin: Aram Dîkran

NAVENDA NÛÇEYAN

Aram Dîkran wekî Aram Tîgran jî tê naskirin, hunermendek eslê xwe Ermeniye, lê tevî vê bê navber û westan xizmeta ziman, huner û doza rewa ya gelê Kurd kiriye. Hevalê nêzîk yê Rêber Ocalan bû ku li ser Rêber Apo stranek bi navê ‘Hevalê Serok (Serok Apo)’ sazkiriye. Li ser koça dawî ya Aram Dîkran re 15 sal derbaz dibin, lê hîna deng û hunera wî zindî û li ser lêvane.

Aram Dîkran yan jî Aram Tîgran bi navê xwe yê Ermenî Aram Melîkiyan, di 15’ê Çileya sala 1934’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di nava malbatek hejar de hatiye cîhanê.

Aram kurê Dîkran Seko yê Mêlo ye. Bi eslê Ermeniye û ji navçeya Pasûrê ye. Ji beriya komkujiya Ermeniyan li gundê Beim (Kigrvank) ya girêdayî navçeya Farqîna Amedê bûn. Di wê demê de niştecihên gund Kurd û Ermenî bûn. Bavê Aram Dîkran hem bilorvan bû hem jî helbest dihonand. Ev hunermendiya bavê wî bandorekê hunerî li ser Aram jî kiriye. Hêjayî gotinê ye ku bapîrê Aram, Sekoyê Mêlo di qirkirina Ermeniyan ya sala 1915’yan de ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve tê kuştin. Lê bavê wî bi xêra Kurdekê xêrxwaz yê li herêma Sasonê nahêle ku bikeve ber şûrê Osmaniyan û ji mirinê rizgar dike. Bavê Aram Dîkran ji ber vê yekê hertim şîretan li Aram Dîkran dikir ku vê ked û dilsoziya Kurdan ti carî ji bîr neke û xizmetê ji wan re bike.

Di temenk biçûk de hunera wî xwe dide der

Aram Dîkran bi vê kevneşopiya xwe ya dewlemend dest bi dibistanê dike. Hêj di dema dibistanê de ango di temenê 13-14 saliya xwe de mamostayên wî hunerî wî ya hêja keşif dike. Karê xwe yê hunerî bi evînek tijî hest û xweşî di temenê 18 saliyê de di nava dawet û şahiyên Kurd û Ermenyan de da destpêkirin. Bavê wî di karê stran gotinê de pir wî teşwîq kir ku riya hunerê bidomîne.

Roj bi roj helbestên xwe pêştêxe û dikeve nava kuraniya honandina helbestan. Helbestên xwe piranî bi zimanên Kurdî, Ermenî û Erebî di got. Di bîr û ramanên wî yên hunerî de hertim perspektîfên jiyana nû hebû. Ji ber wê hertim di got: “Min di hunerê de jiyan kir û huner ji bo min her tişte.”

Evîndarê doza Kurdistanê bû

Aram Dîkran evîndarê doza Kurdistanê bû. Gelek caran di stranên xwe de Aram, navê Diyarbekir aniye ziman. Aram evîndarê Amedê bû. Her dem li benda derfetekê bû ku hîn sax vî bajarê dîrokî bibîne û lê bigere.

Di sala 1966’an de bi malbata xwe re diçe Ermenistanê û heta sala 1985’an di Radyoya Êrîvanê de mîna xebatkarekî fêrmî dixebite.

Bi salên dirêj di Êrîvanê de xebat kiriye

Yek ji dengên ku hertim beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê di nava Kurdên her çar beşên Kurdistanê de dide guhdar kirin, dengê zelal ê Aram Dîkran e. Dengê ku ji kûrahiya dil derdiket û evîn û hêza bêdawî ji bo rûmeta bilind û jiyana bi şan û şeref diafirand.

Deng û awazên hunermendên mîna Dawudê Xelo, Sosika Simo, Kawîs Axa, Karapêtê Xaço, M. Arifê Cizîrî, Şeroyê Biro, Eyşe Şan, Hesenê Cizîrî, Aslîka Qadir, Nesrîn Şêrwan, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Meryem Xan, Belga Qadir, Zadîna Şakir, Aram Dîkran û hwd… her roj ji roja berê zêdetir guhdarên Radyoya Êrîvanê zêdetir dikirin.

Hevalê nêzîk yê Rêber Apo bû

Hunermendê hêja Aram Dîkran, ji ber ku ji aliyê Rêber Apo ve pir dihat heskirin û nirxek mezin ji ked û hunera wî re dihat dayîn, di sala 1997’an de li gel hevsera xwe dibe mêvanê Rêber Apo. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz di pêşwaziyek gelek germ de, Rêber Apo û çend endamên din yên komîteya navendî ya PKK’ê, xêrhatina wan kiri. Ji şano û govendê bigire heta helbest û xwendina gotaran, şervanên doza Kurdistanê Kurdistanê bi germî pêşwaziya wan kiribûn.

Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: “Tenê deng û huner dimînin û nemirin”. Ji mêj de ye ku nermiya dengê tijî his û xweş ê Aram Dîkran di nava civata Kurdan de tê bihîstin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî eşq û evînê wî nebihîstibe, tine ye. Kurmanc, Soran, Zaza, Lurî, Goran û hemû Kurd wî û evîna wî ya ji bo kilamên civata Kurdan nas dikin. Sedem jî ew e ku hakimiyeta deng û stranên wî li ser dil û mejiyê mirovan bandorek taybet çêdikin.

Li ser şîretên bavê xwe, xwedî li doz û hunera Kurdan derket

Lê di vê navê de pirsa herî girîng ji bo Kurdan ev bû ku Aram Dîkranê Ermenî çawa wiha ji dil û bi şewatek tijî soz dikare stranên Kurdî bixwîne? Çawa dikare wiha li ser bedewiya deşt, zozan, dol û newal, mêrxas û egîdên Kurdan bistire? Aram kî ye ku neketiye bin bandora siyaseta wan xwînmijên ku hertim dihola neyartiya Kurdî û Ermeniyan lêdixistin û neteweya Kurdî bi wê hîndê tawanbar dikirin ku di ferman û qira Ermeniyan de li rex Osmaniyên xwinxwar, cih girtine? Û gelek pirsên din. Lê siyaseta çewt a dagirkerên Kurdistanê ji mêj de bû ku di malbata Aram a mirovhez de hatibû famkirin. Aram Dîkran bi xwe di vê derbarê de wiha dibêje:

“Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiya Ermeniyan de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hat rizgar kirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot; ‘Kurê min qedir û qîmetê gelê Kurd bizanibe, Kurdan ji bîra neke. Keda wan li ser min pir e, zehmetî û xwihdana wan li ser min pir e. Ewan min xwedî kirine û ger hûn çar bira û du xwişk vê gavê li ser rûyê dinê dijîn bi xêra Kurdan e ku hûn dijîn. Heke dijimin min bikuşta, hûn jî nedihatin rûyê dinyayê. Ew axayê Kurdî ku çend salan bi nihênî ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandim Rojavayê Kurdistanê, jiyana me rizgar kir û bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê keda wan qet ji bîra nekin. Bi stranên xwe zimanê Kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bi xwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û keda wan ticarî ji bîra neke.”

Stran û helbestên wî ji Kurdan re bûne samanek neteweyî

Bi vî awayî Aram, li herderê bi birayên xwe yên Kurd re jî û şîreta bavê xwe yê kedzan heta roja îro jî ji bîra nekiriye. Heya roja îro jî li ser vê riya dûr û dirêj Aram hêja dimeşe.

Rêbaza hunerî û naveroka stranên Aram Dîkran bêtir vê rastiyê bi me didin selmandin ku ew bi şiyarî xebitiye û ji hunera resen hezkiriye. Awaz û helbestên wî ji nava dilê civata Kurdan derketine.

‘Stranên Hey lo lo delal’, ‘Şev çû’, ‘Çiyayê Gabarê’, ‘Zîlan’, ‘Diçim-diçim’, ‘Bi hesreta Êrîvanê’, ‘Çil-çil kezî’, ‘Ey welato em heliyan’, ‘Elmasa min ji dersê tê’, ‘Ax dê û bavê me’ û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.

Bi stranê xwe heskirina ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bilêv dikir

Bi serhev de mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aram Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ne. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî hunera Kurdan, hezkirina ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, selmandina biratiya Kurdî û Ermeniyan, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovatiyê, canfedayiya egîd û lehengên Kurdistanê ku bê tirs canê xwe feda kirin, wefadarî û h.w.k hemû kevir û binaxê stranên Aram Dîkran pêktînin.

Nîşaneya demokrasiya navbera gelên Rojhilata Navîn de ye

Bi salane ku ew wek dergevanekî xwendingeha hunera Kurdistanê bi dengê xwe yê germ û nerm dewlemendiya lorîk, stran û zimanê şirînê Kurdî bi bîra herkesî tîne. Aram bûye nîşana demokrasiya di navbera gelên Rojhilata Navîn de. Wî di piratîka xwe de daye xuyakirin ku hemû gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hevre û di nava aştî û biratiyê de bijîn.

Kilamên Aram yên evîndariyê rewşa sosyolojî û kilamên siyasî jî rewşa siyasî ya gelê Kurd didin nasandin. Mamoste Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmeteke bilind e.

Di sala 1990’an de wek penaber berê xwe dide Ewropayê. Di roja 8’ê Tebaxa 2009’an de li paytexta Yunanistan Atînayê koça dawî dike.

Hinek berhemên bi nirx ên hunermend Aram Dîkran evin:

-Diyarbekir

-Serok Apo

-Çiyayê Gabaro

-Ay Dîlberê

-Te ez kal kirim

-Her wiha 11 album jî weşandiye

(fk)