NAVENDA NÛÇEYAN
-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.
-Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 289 rojin girtiye.
-Nerazîbûnên girtina partiyên Kurd ya ji aliyê Iraqê ve mezin dibin.
-Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê dewam dike.
-Gerîlayên azadiyê dijî dagirkeran Kurdistanê diparêzin.
-Kerkûk hîn bê waliye.
-Xebatên ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê dewam dikin.
-Nivîskareke jin di nivîsên xwe de êş û daxwazên jinan vedibêje û qala girîngiya parastina çand û nasnameya netewî dike. Nivîskar Gulzar Ferec bi xwe wiha dibêje: “Ez xwe wek zimanê jinan dibînim û di nivîsên xwe de êş û azarên jinan dinivîsim. Jin bi nivîsandin û xwendinê dikare bigihîje azadiyê û daxwaza mafên xwe bike.”
-Ew stêrka ragihandina azad, rojnamevan û şervana heqîqetê bû. Di dema têkoşîn, berxwedan û ragihandina heqîqetê de, bû dengê Mexmûr. Beriya 10 salan weke îro, rojnamevana Denîz Firat, di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de şehîd bû.
-Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk êdî gihiştiye asta herî metirsîdar, xelkê Pênciwênê derbarê êrişan de gotin; “Êdî li Pênciwênê ji ber bombebaranên dewleta Tirk, kes nikare ji xwe bigere, biçe çiya û werzîşê bike. Kesên ku hevkariya dagirkeriyê dikin, wê ji bo gelê Kurd û di pelên dîrokê de weke rûreş werin binavkirin.”
-Mamosteyên Germiyanê jî weke hemû beşên din yên Başûrê Kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a qirkerin, herwiha PKK’ê weke parêzvanê xak û nasnameya netewî ya Kurd penase dikin û dibêjin “Divê mamoste nifşan bi ramana resen a Kurdperweriyê perwerde bikin û li dijî dagirkeriyê derkevin.”
-Aram Dîkran wekî Aram Tîgran jî tê naskirin, hunermendek eslê xwe Ermeniye, lê tevî vê bê navber û westan xizmeta ziman, huner û doza rewa ya gelê Kurd kiriye. Hevalê nêzîk yê Rêber Ocalan bû ku li ser Rêber Apo stranek bi navê ‘Hevalê Serok (Serok Apo)’ sazkiriye. Li ser koça dawî ya Aram Dîkran re 15 sal derbaz dibin, lê hîna deng û hunera wî zindî û li ser lêvane.