NAVENDA NÛÇEYAN
Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên Kurd bi darvekir û cezayê girtîgehê li ser çalakvenek xelkê bajarê Dêwlane sepand.
Hovitî û bêhiquqiya rejîma Îranê ya li beramberî Kurdên azadîxwaz berdewame. Her ku diçe ji ber bêdengiya navneteweyî û aliyên peywendîdar ceza û êşkenceyên di girtîgehên rejîma Îranê de li Kurdan têne ferzkirin zêdetir û girantir dibin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku duh di danê êvarê de rejîma Îranê li girtîgeha Kerec 4 girtiyên Kurd yên bi navê Firûd Gerawend, Mihemed Xulamî, Îsmaîl Şerefî û Şehab Melêkî bi tometên cuda hatin bi darvekirin.
Hate diyarkirin ku heman rojê de rejîma Îranê bi îdiaya ‘propagandaya li dijî hikûmetê’ û ‘alîkariya komên muxalefetê’ cezayê girtîgehê li ser Çalakvan Hikmet Emîrî yê ji bajarê Dêwlane ferz kir.
Her wiha hate ragihandin ku Hikmet Emîrî ku di warê parastina jîngehê û têkoşîna li dijî pirsgirêkên civakî de çalake, ji aliyê dadgeha Dêwlan ve bi 6 meh cezayê girtîgehê û 36 meh cezayê girtîgehê yê hatî paşxistin, hatiye mehkûmkirin.
Hêjayî gotinêye ku tenê di nava meha borî de, rejîma Îranê zêdetirî 55 kesan darvekiriye.
(fk)