Rîham Hesen: Divê gelê me wek her timî xwedî li partiya xwe PADÊ derkeve

ŞENGAL-ROJNEWS

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen li ser biryara girtina partiya Êzidiyan (PADÊ) diyar kir, wan çawa bi hêz û îradeya gel li beramber peymana 9’ê Cotmehê liberxwe dabin û pûç kiribin, wê li beramber van planên nû yên ji bo şikandina îradeya wan jî dê têbikoşin.

Encûmena Dadweriya Bilind a Iraqê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê biryara girtinê derbarê PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê de da. Ya sosret û balkêş jî ew bû biryar tam li rastê salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an anîn. Biryar û dema eşkerekirina biryarê di nava civaka Êzidî de bû sedema nerazîbûneke mezin û hêrsa gel.

PADÊ eşkere kir ku ewê îtîraza biryara derbarê wan de hatiye girtin bikin, MXDŞ’ê jî ragihand ew biryareke bi vî awayî, weke bêrêzî li beramber civaka Êzidî dibînin û red dikin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî. Rîham Hesen diyar kir, li cihê ku Iraq berpirsên fermanê bigire û bide dadgehê, biryara girtina PADÊ dide.

‘Siyaseta niha ya Iraqê ne di berjewendiya gelên Iraqê de ye’

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen dazanîn PADÊ li gorî zagonên Iraqê ava bûye û wiha axivî: “PADÊ partiyeke qanûnî ya li gorî Iraqeke demokratîk û federale. Li gorî vêya jî kar meşandiye. Lê tê dîtin ku siyaseta Iraqê ya van demên dawiyê ne di berjewendiya gelên Iraqê û bi taybet jî Êzidiyan deye. Bi taybet hikûmeta federal piştî serdana Erdogan ya Iraqê biryarên cûda digire ku ne di berjewendiya gel de, di berjewendiya dewleta Tirk deye. Yek ji xala hevdîtinên Iraq û dewleta Tirk jî tinekirina îradeya gel bû. Girtina partiyên siyasî û tinekirina îradeya gel ku nûnertiya gel dikin, jî yek ji van biryaran bû.”

‘Wê bi girtina PADÊ nekarin pêşî li îradebûna gel bigirin’

Rîham Hesen diyar kir armanc ji hedefgirtina PADÊ, rê li ber bihêzbûn û îradebûna gel girtine û wiha pêde çû: “PADÊ timî daxwazên gel bi awayeke rast gihandiye cihên berpirsyar. Ji ber vêya li dijî wê biryar hatiye girtin. Wisa difikirin eger PADÊ bigirin wê rê li ber bihêzbûn û bi îradebûna gel bigirin. Lê gelê me beriya hebûna partiyên siyasî û qanûnên Iraqê jî ti carî îradeya xwe teslîm nekiriye. Ev siyaseta Iraqê pêşî li dostaniya me ya bi Iraqê re digire. Divê Iraq nekeve bin bandora dewleta Tirk.”

‘Iraq ne li gorî qanûnên xwe, li gorî biryarên hêzên derve tevdigere’

Rîham Hesen her wiha balkêşa ser pêvajoya eşkerekirina biryarê û got: “Em niha di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de ne. Em li bendêbûn Iraq jenosîdê nas bike û mafên gelê me nas bike, lê di vê demê de girtina biryareke bi vî awayî şermezar dikim. Ev biryar li dijî demokrasiya Iraqê ye. Ev biryar dide nîşan ku Iraq li gorî qanûnên xwe tevnagere, li gorî daxwazên hêzên derve tevdigere. Divê em wek civaka Êzidî bi îradeyeke mezin û bihêz xwedî li partiya xwe derbikevin û li hember pîlanên nû hişyar bin. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê û civaka Êzidî destûrê ji ti cihî nagirin. Em tenê gelê xwe esas digirin, çi tiştekî ne di berjewendiya gelê me de be, emê bi hemû hêza xwe li ber rabin.”

‘Me çawa peymana 9’ê Cotmehê binxistibe, em dikarin vêya jî têk bibin’

Rîham Hesen di dawiya axaftina xwe de qala peywendiya vê biryarê bi peymana 9’ê Cotmehê re kir û wiha got: “Bi vê peymanê xwestin gelê me bê îrade bikin û Rêveberiya Xweser nehêlin. Ev plana wan hîn jî di meriyetê deye. Lê herkes dît, tevî ku ev peyman piştgiriyeke navnetewî li pişt hebû jî, bi îradeya gel, me karî rê li pêkanîna wê bigirin.”

(fk)