Li Iraqê dijî guhertina di yasaya kesî de dê xwepêşandan were lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya bertekên li dijî guhertina di yasaya kesî de, biryare îro li gelek parêzgehên Iraqê xwepêşandan were lidarxistin.

Her ku diçe bertek û helwestên li dijî guhertina di yasaya kesî de ku wê bandorek nerênî li aramiya civakê bike û mafên jin û zarokan binpê bike, zêde dibin.

Hevpeymaniya 188 ku ji hejmarek rêxistin, hêzên sivîl, çalakvan û jinan pêktên, ragihand ku wê li gelek parêzgehên Iraqê li dijî guhertina di yasaya kesî de xwepêşandan were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî guhertina di yasaya kesî de wê îro di danê êvarê de li Bexda, Besra, Kerkûk, Necef, Dîwaniye, Babil û Zîqar xwepêşandan were lidarxistin.

Heman daxuyaniyê de bang li Parlamentoyê hate kirin ku biryar were paşdekişandin û red kirin û wiha hate ragihandin: “Ev guhertin wê Iraq, malbat û civakan ji hev cuda dike, li dijî mafên mirovane, bi taybetî mafên jinane. Jin û keçan ji mîras û mafên din bêpar dike û ji bilî vê ev guhertin rê dide zewaca keçên di bin temenê 10 salî de.”

Endamê hevpeymaniyê Înas Cebar got: “Em dixwazin ku parlamento bê biryara guhertina yasayê de red bike. Ji ber ku her çend ev 6-10 salin yasaya kesî li Iraqê tê bikaranîn, ti pirsgirêk derneketine, lê ev sererastkirin dê pirsgirêkan çêbike.”

Hêjayî gotinêye ku hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo Yasaya Kesî pêşkeş kirin ku têde mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin ku ev jî zewaca zarokên 9 salî rewa dike. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, yasa mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di civakê de.

(fk)