NAVENDA NÛÇEYAN
Berdevkê Hevpeymana Siyade Xalid Mafracî ragihand ku Mihemed Îbrahîm Hafiz piştî wek serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê hate hilbijartin, ji partiya xwe durxistine.
Di 10’ê Tebaxê de li bajarê Bexdayê civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê hate lidarxistin û di civînê de Rêbwar Teha ji YNK’ê ji bo walîtiya Kerkûkê û Mihemed Îbrahîm Hafiz ji Ereban ji bo serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.
Berdevkê Hevpeymana Siyade Xalid Mafracî, di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku Mihemed Îbrahîm Hafiz ê ku wek serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê hatî hilbijartin, ji partiya xwe dûrxistine.
Xalid Mafracî carek din di daxuyaniyê de tekezî li ser hevkarî û lihevkirina wan ya li gel PDK’ê û Eniya Tirkmenan kir.
Hêjayî gotinêye ku hevkarî û lihevkirina PDK, Siyade û Tirkmenan ku Mafracî qala wê dikir, tevî gelek hewldan rêgirî li hilbijartina waliyek Kurd li Kerkûkê bikin, lê negihiştin armanca xwe. Tevî astengî û hewldanên PDK, Eniya Tirkmen û Siyade’yê, Rêbwar Teha ji YNK’ê wek waliyê parêzgeha Kerkûkê hate hilbijartin.
(fk)