NAVENDA NÛÇEYAN
Asayişa PDK’ê îro di êrişa li ser beşdarên bîranîna 8’emîn salvegera Şehîd Wedat Hisên ya li ser gora wî de bi qûntaxa kaleşnîkofê li xwîşka şehîd dan û rojnamevan Omêd Beroşkî piştî ji aliyê çekdaran ve hate birîndarkirin, hate revandin.
Asayişa PDK’ê îro bi bikaranîna hêzê, lêdan û derbkirinê nehişt malbat, çalakvan, rojnamevan û welatparêzên Behdînanê nûçegihanê ajansa me yê Dihokê Wedat Hisên di 8’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora wî bibîr bînin. Her wiha hate zanîn ku di êrişa îro ya Asayişa Dihokê ya PDK’ê ya li ser malbat û beşdarên bîranîna salvegera şehîdbûna nûçegihanê ajansa me Wedat Hisên de, çekdarên PDK’ê bi qûntaxa kaleşnîkofê li xwîşka şehîd Wedat Hisên dan û rojnamevanê Behdînanê Omêd Beroşkî piştî ku di êrişê de birîndar bû, ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hate revandin.
Birayê şehîd Wedat Hisên Semed Hisên derbarê êrişa çekdarên PDK’ê de ji ajansa me Rojnews’ê re axivî û got; “Îro bi boneya heştemîn salvegera Şehîd Wedat Hisên, me xwest em bi welatparêzên Behdînan re serdana gora wî bikin. Lê em ji aliyê hêzeke mezin ya asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin. Me israr kir ku em biçin ser gora birayê xwe. Di encamê de hêzên ewlehiyê bi tundî êrişî me kirin.”
Semed Hisên da diyarkirin ku berpirsekê asayişa Dihokê ya PDK’ê heqaret li wan kir, di dema êrişê de bi qûntaxa kaleşnîkofê li xwîşka wan hate xistin û wiha got; “Yek ji berpirsên payebilind yên asayiaş Dihokê çend gotinên ne xweş ji me re kirin. Di wê kêliyê de bi qûntaxa kaleşnîkofê li xwişka min xist. Her wiha rojnamevan û çalakvanê Behdînanê Omêd Beroşkî bi birîndarî û di nav xwînê de li pişt wesayîtekê siwar kirin û ber bi cihekê nediyar ve birin.”
Her wiha çalakvan û nûnerê Girtiyên li Behdînanê Eyhan Seîd jî derbarê êrişa çekdarên PDK’ê de got; “Bi anîna hêzeke mezin ji hêzên ewlekariyê yên Asayişa Dihokê, Zêrevanî, asayişa sivîl û polîsan bi rê li lidarxistina merasîma bîranîna Şehîd Wedat Hisên girtin. Destûr nedan malbat û hevrêyên Şehîd Wedat bikevin goristanê û gul danîn ser gora wî.”
Eyhan Seîd got; “Êrişa li ser dayik û xwişkên şehîdên pênûsê binpêkirina hemû zagon, nirx û prensîbên exlaqî ye. Piştî qetilkirina hevalên me êriş li ser gorên wan jî tê kirin. Divê Mesrûr Barzanî dest ji vê zêhniyeta polîsî û fobiya azadiyê berde û pirsgirêka xwe ya sadîst çareser bike. Mesrûr Barzanî bi êşkencekirina rojnamevan, çalakvan û heta jin û dayikên malbatên şehîdan keyfxweş dibe.”
Di dawiyê de Eyhan Seîd got; “Eger Mesrûr Barzanî, berpirsê berê yê Dezgeha Îstixbarata PDK’ê (Parastin) û serokê hikûmeta niha ya demborî ne berpirsê şehîdkirina Şehîd Wedat be, çima heta niha tu sûcdarek derbarê vê dozê de nehatiye girtin, kujer azadin û rê li ber xelk û hevalan tê girtin ku biçin ser gora wî, piştî kuştina me, çûyîna ser gora me jî tê qedexekirin?”
(wd)