‘Pêwîste di vê hilbijartinê de dawî li desthilata hevkarê dagirkeran were anîn’

NAVENDA NÛÇEYAN

Namzedê YNK’ê yê Duhokê Elî Oremarî ragihand ku Parêzgeha Duhokê bi rûbera 40 km û dirêjahiya zêdetirî 100 km di bin kontrola dewleta Tirk de ye ,eger PDK bi vî rengî bidomîne, wê zêdetir xak were dagirkirin û zêdetir metirsî li ser Duhok û Behdînanê çêbibe û got; “Ji ber wê jî beşdarbûna hilbijartinan ji bo parêzgeha Duhokê ji bo bidawîkirina hêz û zêhniyeta ku dikeve ber destê dagirkeran gelekî girînge.”

Namzedê lîsteya YNK’ê yê herêma Duhokê yê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Oremarî behsa giringiya çûyîna ser sindoqan ya welatiyên Herêma Kurdistanê bi taybet li herêma Duhok û Behdînan dike. Her wiha bang li wan kir ku ji bo şikandina dagirkerî û xiyanetê beşdarî hilbijartinan bibin.

Rojnews: Girîngiya vê hilbijartinê çi ye? Çima beşdarbûna hemû welatiyên Behdînanê di vê hilbijartinê de girînge?

Elî Oremarî: Ev hilbijartin ji bo tevahiya Kurdistanê girînge. Ji ber ku zêdetirî salekê ye parlamento girtî ye û îhtimala betalkirina hikûmet û serokomariyê heye. Lê ji bo sînorê Duhok û Behdînan girîngtire. Ji ber ku ew dever sêgoşeyekî metirsîdare Ji aliyekê ve parêzgeha Duhokê yek ji bajarên herî xizane û rêjeya hejariyê jî zêdetirî sedî 10’e. Di heman demê de rêjeya bêkariyê gihiştiye sedî 24’ê, ev jî cudahiyeke mezin di navbera Duhokê û bajarên din yên Herêma Kurdistanê de ye. Ev jî ji ber rejîmeke qirêj û hikûmeteke qirêje. Hebûna rêjîmeke yekpartî ya otorîter ku tevahiya bingeha aborî ya parêzgehê xistiye destê xwe, bandoreke gelek xirab li ser bêkarî û hejariyê kiriye.

Ji aliyeke din ve astengkirina azadiyan û dosyaya girtiyên li Behdînan ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve berdewame yan jî di bin çavdêrî û zextê de hatiye bicihkirin. Bi neheqî ketine zindanan, ji ber vê yekê desthilatdariya vê herêmê desthilatdariyeke populîste.

Metirsiya din a vê sêgoşeyê piştgirî û alîkariya PDK’ê ji dewleta Tirk a dagirker û hêzên wê re li erdnîgariya parêzgeha Dihokê ya dagirkirî ye. Ev dagirkerî encama hevkariya PDK ya bi Tirkiyê re ye, ku dikare zêdetir xakê dagir bike û deriyê dagirkeriyeke mayînde veke û ber bi dagirkirina tam a Başûrê Kurdistanê ve gavan bavêje. Mixabin di germahiya xebatên hilbijartinê de herêm bi firehiya 40 km û dirêjahiya wê zêdetirî 100 km di bin kontrola dewleta Tirk de ye. Eger ev partiyeke siyasî bi vî awayî berdewam bike, wê demê zêdetir xak û metirsî li ser Duhok û Behdînan çêdibe. Lewma beşdarbûna hilbijartinan ji bo herêma Duhokê ji bo bidawîkirina vê hêz û zêhniyetê gelekî girînge.

Rojnews: Di demên borî de herî zêde dagirkerî bi taybet di bin serweriya kabîneya nehemîn (kabîneya Mesrûr Barzanî) de hatine kirin. Welatiyên Duhok û Behdînan çawa dikarin bi dengên xwe vê dagirkeriyê têk bibin? Di heman demê de PDK’ê çalakvan azadîxwaz binçav kirin û girtin. Duhok û Behdînan ketin bin kontrola desthilata polîsî ya Barzaniyan, ji bo rastkirina van kiryaran çi kar û projeyên we hene?

Elî Oremarî: Helbet dengderên parêzgeha Duhokê yan jî devera Duhokê mixabin li jêr hemû tedbîr û biryarên di bin desthilata populîst ya kabîneya nehemîn de ku jiyana xelkê dixe metirsiyê. Azadiya gel xiste metirsiyê. Di heman demê de berdewamiya dagirkerî û hêza dewleta Tirk a dagirkere. Bê guman bersiva herî baş ji bo PDK’ê ewe ku çawa welatiyên herêmê nekariye bersiva wan hemû tiştên ku di demboriyê de ji aliyê PDK’ê ve li ser wan hatiye ferzkirin, bidin. Divê bi çûna ser sindoqan mafên xwe bidest bixin. Tê payîn ku welatî bi rêya sindoqan partiya siyasî ceza bikin. Lêbelê, di paşerojê de, wî sextekarî û rêbazên din bikar aniye da ku piraniyê bidest bixe. Lêbelê, zêdetirî 190 hezar dengdêrên sexte li parêzgehê ji nav tomara dengderan hatine jêbirin. Lê di vê hilbijartinê de ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hatiye paqijkirin û çavdêrîkirin. Deriyê ku PDK bi îradeya xwe tê re derbas dibû, derbas bû. Ji ber wê jî tê çaverêkirin ku xelkê Duhok û Behdînanê bi rêya sindoqan PDK’ê ceza bikin da ku kursiyên wê bi awayekî berçav kêm bikin.

Rojnews: Kar û projeyên lîsteya YNK’ê ji bo herêma Duhokê çi ne?

Elî Oremarî: Helbet li gor bernameya ku li her çar deveran hatiye danîn, tişta ku Duhokê ji navçeyên din cuda dike ewe ku taybetmendiyeke cuda jê re hatiye dayîn. Dema em herin parlamentoyê, ji bo van tiştan em dikarin hin sererastkirinan bikin. Neheqiyên li dijî azadiya çapemeniyê, destwerdanên derve yên li ser xaka herêmê divê em bi partiyên siyasî yên netewî, parlamento û Dadgeha Federal re projeyekê çêbikin. Herwiha emê lobîyekê jî ava bikin û hikûmeta Iraqê neçar bikin ku giliyê xwe pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navnetewî bike.

Rojnews: Daxwaz û peyama we ji bo hemû welatiyên Herêma Kurdistan bi taybetî Duhok û Behdînan ji bo vê hilbijartinê çi ne?

Elî Oremarî: Ez bang li hemû dengderên Duhokê dikim ku beşdarî proseya dengdanê bibin. Di roja dengdanê de bi coş bin. Em hêvîda in ku êş û azara ku li ser gelê me ye; hemû polîtîkayên kêfî yên li ser gelê me hatine meşandin, aliyê ku ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê alîkarî û piştgirî dan dagirkeran di dema dayîna dengê xwe de jibîr nekin û herin vê hêza xwe ferzker ceza bikin.

(wd)