NAVENDA NÛÇEYAN
Trafîka serdanên Qasim Erecî li gel rayedarên dewleta Tirk a dagirker, Îran û hevdîtinên bi partiyên Herêma Kurdistanê re ji bo cîbicîkirina ajandaya planên qirêj yên Îran û dewleta Tirk a dagirker li ser tevayî gelê Kurd û Kurdistanê ye.
Di 13’yê Cotmehê de Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî serdana Tirkiyeyê kir û bi Wezîrê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan re civiya. Piştre di 10’ê Mijdarê de bi pêşengtiya şandeyek payebilind ku Wezîrê Karên Hindir yê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî Rêber Ehmed jî di nav de bû serdana Îranê kir. Di serdana Îranê de bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Êraqçî re civiya. Di serdana xwe ya dawiyê ya di 18’yê mijdarê de jî serdana Silêmaniyê kir û bi Serokê YNK’ê Bafil Talebanî re hevdîtin pêk anî. Di vê raporê de emê analîzekê li ser trafîka dîplomasiyê ya Qasim Erecî bi her du welatên dagirker û hêzên Herêma Kurdistanê re bikin.
Di nav planên qirêj yên her çar welatên dagirker de Kurd!
Aloziya rewşa Rojhilata Navîn û dariştina pêngavên egera guhertinên siyasî, leşkerî û erdnîgarî li aliyekê, li aliyekê din jî siyaseta Amerîka û Îsraîlê bûye sedem ku her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) bikevin nava tevgerê her yek ji wan li gor erdnîgarî û pozîsyona xwe planên qirêj li dijî gelê Kurd û Kurdistanê dadirije. Weke encam jî gihiştine wê biryarê ku van planên xwe yên qirêj li dijî gelê Kurd bi awayek hevpar bixin meriyetê.
Di nav vê planê de jî rejîma Îranê bi wezîfedarkirina Îraqê û cîbicîkirina plana wê ji aliyê desthilata Herêma Kurdistanê ve pêvajoya bêçek kirin û bêbandorkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê temam kirin. Bi destê Kurdên Başûrê Kurdistanê hinek ji partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku Başûrê Kurdistanê ji xwe re kiribûn dergûşa xweparastinê, ew bê çek kirin, bêbandor kirin, xistin di kampan de û bi temamî ji armanca wan ya têkoşînê dûr kirin. Bêgûman ji bilî Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan (PJAK) ku têkoşîna xwe ya azadiyê li xaka Rojhilatê Kurdistanê didomîne; Îranê partiyên Kurdan yên ji derveyî PJAK’ê têkoşîna çekdarî didan meşandin bi destê desthilata Herêma Kurdistan û dewleta Iraqê di sînorê kampan de bêbandor kirin.
Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 100 salane diyajetiyeke bêhempa ya gelê Kurd dike û ji bo bi temamî tunekirina Kurdan dixebite û di hemen demê de nîv sedsale li dijî PKK’ê şer dike û bi heman awayî bi rêyên leşkerî, siyasî, dîplomatîk û aborî hewla tunekirina PKK’ê jî dike. Ji ber ku dewleta Tirk baş dizane ku PKK yekane tevgera azadiyê ya gelê Kurde ku ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe û li dijî hemû cûre êrişên dagirkeriya Tirk û hêzên dagirker disekine. Tevî şerê bi hemû rêbazên qirêj, hovane û dijmirovî jî, dewleta Tirk a dagirker nekariye di şerê lewazkirin û binxistina PKK’ê de bigihe armanca xwe. Mirov dikare bêje berovajiyê hewldanên dewleta Tirk û patronên wê PKK di aliyê rêxistinî, çekdarî, siyasî û alîgirên xwe ve roj bi roj mezintir û bihêztir bû. Niha jî di têkoşîna azadiyê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de di hemû aliyan de gihiştiye asta lûtkeyê.
Iraq jî tevî ku li gor destûrê û di bin zexta welatên bihêz de rê daye herêmeke Kurdan li Başûrê Kurdistanê girêdayî Iraqa Federal bê avakirin jî, lê piştî referandûma şikestxwarî ya Barzaniyan ku Kurdan ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ya ji dema şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de kontrol kiribû, hemû ji dest da. Iraqê piştî 16’yê Cotmeha 2017’an ku ji bo ji holê rakirina vê rêveberiya Herêma Kurdistanê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, Îranê hemû rê, rêbaz ceriband û diceribîne. Iraq niha li gel Herêma Kurdistanê siyaseta ‘banek û du hewa’ cîbicî dike. Lewra Iraqê bicihanîna daxwazên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi cîbicîkirina mercên xwe û dijayetîkirina Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê ve girê daye.
Erecî û ajandaya cîbicîkirina planên qirêj yên dewleta Tirk û Îranê
Di nava kêmî mehekê de Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî serdana Hewlêrê kir û bi her sê Barzaniyan (Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî) hevdîtin pêk anî. Piştre di 13’yê Cotmehê de Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî serdana Tirkiyeyê kir û bi Wezîrê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan re civiya. Hevdîtina Erecî û Fîdan piştî vegera Fîdan ji Brîtanyayê hat. Her wisa di 10’ê Mijdarê de bi pêşengtiya şandeyek payebilind ku Wezîrê Karên Hindir yê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî Rêber Ehmed jî di nav de bû serdana Îranê kir. Di serdana Îranê de bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Êraqçî û gelek rayedarên ewlekariyê yên Îranê re civiya û di hevdîtinan de mijarên veşartî hatin gotûbêjkirin. Piştre di çarçoveya heman ajandayê de, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî serdana Herêma Kurdistanê kir. Sûdanî di serdana xwe de bi gelek aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya û peyama xwe gihand wan. Demek kurt piştî serdana Sûdanî, vê carê Qasim Erecî serdana Silêmaniyê kir û bi Serokê YNK’ê Bafil Talebanî re civiya.
Li gorî çavdêran, beşek ji serdana wî ya Silêmaniyê ji bo cîbicîkirina lihevkirina di navbera rayedarên ewlekariyê yên Îranê, Erecî û Rêber Ehmed de, ji bo bêçek kirina hinek aliyên Rojhilatî û di kampan de bicihkirina wan hatiye îmzekirin. Li gor pisporan beşeke din ya serdana Erecî ya bo Silêmaniyê wezîfedarkirin û dayîna peyama vê ajandayê ji YNK’ê re bû.
Weke şirîkê plana her çar dewletên dagirker; PDK
Pispor di wê baweriyê de ne ku PDK bi awayekî siyasetê dimeşîne ku tenê jiyan û parastina Barzaniyan girîng dibîne û piştre ya partiya xwe. PDK di vê çerçoveyê de ajandaya têkiliyên xwe yên bi dewletên dagirkerên xaka Kurdistanê re pêş dixe ku bi di dewleta Tirk re bazirganiyê dike û li ser hesabê ku PDK ku dijberiya PKK’ê dike ew û dewleta Tirk a dagirker polîtîkaya parastina hev dimeşînin.
PDK li gel Îranê jî bi heman awayê li gel dewleta Tirk, polîtîkaya xweparastina malbata xwe, partiya xwe dike û dijayetiya an jî dijmintiya hêzên Rojhilatê Kurdistanê dike. Her wisa PDK ji bo cîbicîkirina polîtîkaya bêçek kirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê, qetilkirina kesayetên siyasî, binçavkirin, girtina Kurdên welatparêz û radestikirina wan ji Îranê re, hemû planên dagirkeran yên li dijî gelê Kurd cîbicî dike.
PDK li Sûriyeyê jî bi avakirina ENKS’ê, kolandina xendekan, girtina sînorê Rojavayê Kurdistanê bi ser Rêveberiya Xweser bi awayek rasterast dijayetiya gelê Kurd dike. Bi alîkariya dewleta Tirk û piştgiriya çeteyên bi navê opozîsyona Sûriyeyê yên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ku Efrîn, Serêkanî, Girê Spî dagir kirine, her wisa bi hevkariya partiyên li dijî rejîma Şamê heman polîtîkaya rejîma Bees ya Sûriyeyê li dijî gelê Kurd û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cîbicî dike. Her wisa bi rêya şebekeyên sîxuran, şebekeyên madeyên hişbir û revandina xelkê Rojava, PDK dixwaze Rojavayê Kurdistanê ji mirovan vala bike û wê derê weke cihek ji bo jiyankirinê ne destdayî bide nîşandan û bi vî awayî dawî li şoreşa di pêşengiya jina leheng a Kurd de Şoreşa Rojava ji holê rake.
PDK li Iraqê jî bi xizmetkirin û parastina berjewendiyên dewleta Iraqê, siyaseta parastina malbata Barzanî û partiya xwe dike. Her wiha bi vê rêyê parastina karên bazirganiyê dike û zêdetir rê dide dahata Kurdistanê ji dagirkeran re biçe. Di hemû planên qirêj yên her çar dewletên dagirker yên li dijî berjewendiyên gelê Kurd de, ya pencemîn tim PDK ye ku li tenişt her çar dagirkeran cih digire. Nimûneya vê yekê jî, lihevkirina ewlekariyê ya di navbera Iraq û dewleta Tirk, her wisa lihevkirina ewlekariyê ya bêçek kirina partiyên Rojhilatî ya di navbera Iraq û Îranê de ne ku PDK aliyê cîbicîkirinê yê van planên qirêje.
Çavdêrên Rojhilata Navîn û Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku yekane hêza ku dikare di rewşeke wiha hesas û hestiyar de li Rojhilata Navînan guhertinan çêbike û tola 100 salan ji dagirkeran hilde, tenê gelê Kurde. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker dixwazin Kurdan bixin nava qalibekê û polîtîkaya biçûkirin û kêmkirina Kurdan bimeşînin, heman polîtîkaya parçekirin û mêtîngeriyê bişopînin. Endezyarên sereke yên vê plana tunekirina gelê Kurd jî dewleta Tirk û Îranin. Ji bo vê yekê jî Qasim Erecî weke nûnerê cîbicîkirina vê plana qirêj hatiye destnîşankirin û dixwaze di vê çarçoveyê de statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê bixe di nav qalibekê teng û bêbandor bike.
Ev jî di demekê de ye ku Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê ketiye nav aloziyeke siyasî, şer û guhertinên stratejik de. Lewra nebûna yekrêzî û yekitiya netewî ya gelê Kurd wê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê rewş hîn aloztir bibe ku ev jî dibe sedem ku dagirkerên Kurdistanê bi hevkariya nokeriya PDK’ê roj bi roj planên xwe yên qirêj li dijî gelê Kurd cîbicî bikin.
(wd)