Hazim Elî: PKK’ê hemû sînor derbaz kirin û li her derê ye

RANYA-ROJNEWS

Hazim Elî, PKK volkaneke gerdûnî ye û di qonaxa xwe ya damezrandinê de nemaye. PKK hêzeke perwerdekiri ye. Baweriya wê bi gelê xwe heye, hêzeke ji bingehê ve bi duristî hatiye avakirin, nizane teslîmbûn çi ye, hemû sînor derbas kirine û li her derê ye.

Di 27’ê Mijdara 1978’an de PKK bi serokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate damezrandin. Di dema temenê xwe de ne tenê siyaseta tunekirina gelê Kurd têk bir, belkî careke din gelê Kurd vejand û ferdê Kurd gihand asteke ku baweriya wî/wê bi şoreş û azadiyê hebe.

Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî, di hevpeyvîneke bi Rojnews re bersiva gelek pirsên derbarê damezrandina PKK’ê, girîngiya PKK’ê, rol û bandora wê li Kurdistan û Rojhilata Navîn û çend mijarên din girîng dide.

Rojnews: Wek pêşmergeyekê dêrin, nerîna we li ser damezrandina PKK çi ye?

Hazim Elî: Damezrandina PKK’ê di demeke tarî de ku Kurd di bin gefa tunekirinê de bû, weke ronahiyekê bû. Rejîma Tirk bawer dike ku PKK tiştekî fizîkî ye ku dikare wê di nav çar dîwaran de zeft bike. PKK tîrêj û enerjiya hişyarkirinê ye ji bo mejiyê mirovan, wekû civayê ye û nayê kontrolkirin. Her wisa PKK şoreşa jinê û hemû alî tê de cih girtine.

Herwiha Rêber Apo di nivîsên xwe de li ser jîngehê behsa hemû hûrgiliyan dike û tu tişt ji bîr nekiriye. PKK karî partiyên klasîk û kevneşopî derbas bike ku salên dirêje defa wekheviya jin û mêr lê dide.

Rojnews: Dema ku tiştekî bi navê Kurdbûnê nemabû, PKK hate damezrandin, coş û xuroş da kurdbûnê û daxwaza mafên rewa yên kurdan. Gelo di vê salvegerê de nirxandina xwe ya têkildarî damezrandina PKK’ê çi ye?

Hazim Elî: PKK’ê karî ji aliyê pratîkî ve jinên Kurd vegerîne cihê xwe yê resen. Bo nimûne, li Rojava me dît jinên Kurd çawa parastina şeref û namûsa mêran kirin û bûn cihê şanaziya hemû cîhanê, li şûna hemû cîhanê li dijî tarîtirîn û nerihetirîn hêza serdema me rawestiyan. Gelek kes damezrandina PKK wek Cejna Vejînê binav dikin. Lê li ba min cejna jiyanê û rabûnê ye. Ji ber ku tiştekî bi navê Kurdbûnê nemabû û hebûna Kurd ji bingeh ve dîsa ava kir.

Herwiha PKK ji wan hêzên ku tenê li ser kaxez û devkî behsa mafên mirovan, wekheviya jin û mêr, jîngehê, perwerde û tendurustiyê dikin, gelek cuda ye. Lê di rastiyê de ji aliyê pratîkî ve nikarîbûn wek PKK werin meydanê û bi kiryar kar bicih bînin. Niha jî em dibînin gerîlayên serê çiyayên Kurdistanê û weke hêza bahozê çawa li ber hêza herî xerab rawestiyane. Bi rastî cihê şanaziyê ye ku ew dilop dilop xwîna damarên xwe dirijînin nav baxçeyê dîrokeke mezin ji bo gelê Kurd.

Rojnews: Hûn têkoşîn û xebata PKK’ê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê çawa dinirxînin?

Hazim Elî: PKK’ê karî koda wê sihrê bişkîne ku sînor ji me Kurdan re danîbûn. PKK cudahiyê naxe navbera Kurdekî Xaneqînî, Şirnexî, Îlam û Hesekê. PKK hizre û ji şoreşên berê gelek cuda ye.

Di dema pêşmergetiyê de, em di bin bandora berjewendiyên hêzên mezin yên herêmê de bûn ku em çek hilgirin û biçin çiyan bêyî ku amadekariya zêhnî û hizrî di nav mirovan de bikin. Lê şoreşa PKK’ê gelekî cuda ye ji wan şoreşên ku me kirine. Serokên me nizanîbûn şoreşê bi me bikin. Lê PKK tevî ku rêberê wê çendîn sale di girtîgehê de ye. Dema ku Rêber Apo dipeyive, cîhan pê re mijûl dibe û gel dihejîne.

Rojnews: Cudahiya şoreşa PKK’ê ji şoreşên berê yên Kurdan çi ye?

Hazim Elî: PKK sînor derbas kirine û kir ku xelk li Tehran û Tebrîzê tiliya serkeftinê bilind bikin û bibêjin “Jin, Jiyan, Azadî”. PKK kir ku ji hemû welatan welatî bên û piştgiriya PKK’ê bikin. Lewra dikarim bêjim PKK ji partiyê mezintire.

Rojnews: Wek pêşmergeyekê dêrîn, di vê rewşê de ku PKK wek tenê hêza parastina Kurdistanê ye li dijî dijmin û dagirkeran, divê çawa piştgiriya wê were kirin? Di vê mijarê de divê rola Başûr çi be?

Hazim Elî: Divê Kurd li hember PKK’ê berpirsiyariyê hîs bike û nabe gerîla li hember dagirkeran bi tenê bê hiştin. Her kesekî Kurd berpirsiyare ji parastina ax û welatê xwe û ev erk ne tenê li ser milê PKK’ê ye. Lê mixabin niha bi tenê hatiye hiştin û bi tenê li şûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li ber hovtirîn rejîmê radiweste. Digel ku divê bê piştgirîkirin, gelek Kurdên xwefiroş hevkariya dijmin dikin.

Rojnews: Çima welatên mezin û sîstema sermayedarî dijatiya fikir û felsefeya Rêber Apo û PKK’ê dikin?

Hazim Elî: PKK teqîneke gerdûnî ye û di qonaxa xwe ya damezrandinê de nemaye. Dikare li herêmê bibe sembola têkoşîna hemû gelên bindest. PKK partî û fikra hemû azadîxwazane, lewma sîstema sermayedarî û berjewendîxwazên herêmê ji vê hizrê ditirsin û wek xetereyê dibînin li ser berjewendiyên xwe. NATO bi hemû hêza xwe dixwaze vê tevgerê tepisîne.

Dewletên mezin naxwazin gelên din bi nêrîna PKK’ê daxwaza azadî û serxwebûna xwe bikin. Serxwebûn û dewletbûn bi dirûşmeyên biriqdar nabe, nabe li aliyekî nokeriya dijmin û dagirkeran bikî ku jîngeha te wêran dikin, axa te dagir dikin û li aliyê din banga damezrandina dewletê bikî. Lê PKK ne wisa ye, bi hemû hêza xwe ve li dijî dijmin û dagirkeriyê ye. Vaye li Rojava di bin bandora hizra Apoyî bingeha dewletê datîne de.

Rojnews: Ew hêz û sedem çi ye ku PKK ji hêzên din cuda dike û wisa kiriye ku dewletên mezin jê bitirsin?

Hazim Elî: PKK hêzeke perwerdekiri ye, baweriya wê bi gelê xwe heye, hêzeke ji bingehê ve bi duristî hatiye avakirin û nizane teslîmbûn çi ye. Hemû prensîbên şoreşgerî tê de hene, ku ev jî wisa li cem neyar û dijminên wê bûye cihê tirsê.

Rojnews: Banga we ji gelê Kurdistanê û bi taybetî ji gelê Başûrê Kurdistanê re çi ye?

Hazim Elî: Ez bang li hemû gelê Kurd bi taybetî li gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku piştgiriya PKK’ê bikin, berpirsiyariya xwe ya netewî hîs bikin û erkê xwe yê Kurdbûnê bicih bînin. Divê her kesekî Kurd hişyariya netewî hebe û divê ferdê Kurd ji bingehê ve were afirandin. Ji ber ku çendîn sale hewldanên tunekirinê li ser Kurdan heye.

Peyama min ji hemû gelê Kurd û bi taybetî ciwan û jinan ewe ku, werin vê tevger û hizrê (PKK) nas bikin. Ji ber ku PKK cihê hemû daxwazên we û pêşketinên şaristaniyê ye û pêşeroja zarokên me di destê vê tevgerê de ye.

(wd)