NAVENDA NÛÇEYAN
Lêkolîner Aram Hacî diyarkir ku ji bo guhertinên li Rojhilata Navîn pêwîstî bi kongreyek netewî heye û got; “KCK, parlamentoya Herêma Kurdistan û Rêveberiya Xweser dikarin berpirsyartiya vê qonaxê bigirin ser xwe.”
Lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî di hevpeyvînek xwe ya bi ajansa me re behsa guhertinên li Rojhilata Navîn, taybet jî Suriyeyê re, Kurd dikarin çawa xwe amade bikin? Girtina deriyê Sêmalka ya ji aliyê PDK’ê û gelek mijarên din yên girîng, dike.
Aram Hacî da zanîn ku divê rewşa niha pêwîstî bi kongreye netewî ku hemû aliyên siyasî tevlî bibin heye, divê di wê kongreyê de rêveberiyek were avakirin û yekîtiyek netewî çêbibe.
Berfirehiya hevpeyvîna bi lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî re wiha ye:
-Wê rewşa niha ya li Suriye û Rojavayê Kurdistanê, çi bandorek li Kurdan bike û divê Başûrê Kurdistan xwe çawa ji bo van guhertinan amade bike?
Wek em dibînin rewşa siyasî ya li Suriyeyê di qonaxek ne asayî re derbaz dibe, di vê de yek ser hêzên herêmê hene û dijberiya xwe ya ji bo pirsa Kurd radigihînin. Beriya vê jî Tirkiyeyê vê hertim radigihand, ji bo vê ev rewşa kes ne li bendê bû, wê bandorek ku neyê xwestin li pirsa netewî û nîştimanî ya Kurdan bike. Ji ber wê pêwîste li hemberî vê Kurd diwarê siyasî û netewî de amade bin. Ezmûna li Başûr dibe ku li Suriyeyê jî dubare bibe, lê bê guman wê dewleta Tirk ji bo ku derbeyek li wê ezmûnê bide hemû hêza xwe bikarbîne.
Ji bo rê livê jî were girtin, pêwîstî bi rêxistinbûna nav mala Kurd heye, divê hemû pirsgirêk û nakokiyên hizbî û siyasî yên di nava Kurdan de bidin aliyekê. Qonaxek hestiyare û têkoşîna stratejiya herêmî û cîhanî ber bi zêdebûnek metirsîdar ve diçe.
-Di şerê li Kobanê de Kurd dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn yek, di rewşek weke niha ya hestiyar de, li gorî we nabe Başûrê Kurdistanê di warê leşkerî û aboriyê de jî piştgiriya Rojavayê Kurdistan bike?
Bi awek giştî berpirsyartî xwedî aliyê siyasî, hizbî, mirovî, exlaqî û neteweyiye. Eger carek piştgiriya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê hatibe kirin, nabe ev piştgiriya dawî be. Divê hemû navendên Kurdî xwedî heman helwesta netewî, niştimanî ya Kurdiniyê bin. Ev erkek netewî û nîştimaniye, divê di hemû qonaxên bê de jî ev yek bê kirin.
Girtina deriyê Sêmalka ya ji aliyê PDK’ê ve, ji bo me çi dibêje?
Ev malwêraniya siyasî ya li Başûr ji bome dibêje ku em nizanin çawa destpêkiriye û kengê dawî dibe. Yan nexwe ti hêcetek ji bo vê mijarê nîne. Eger di warê siyasî û hizbîde pirsgirêkek herêmî hebe, lê dikare di warê mirovî de dest bavêjin vê mijarê. Dikarin di çarçoveya siyaset û stratejiya hikumeta Iraqê kar ji bo vê were kirin.
Ji bo çi PDK bi erkê xwe yê netewî ranabe?
Pirsgirêka wekalet û teslîmbûna netewperestiya li Başûr, bernameyên herêmî, siyaset û stratejiya dagirkeran hertim rewşên wiha derdixe holê. PDK hertim li benda stratejiya Hikumeta Enqerêye, piştî ku stratejiya Tirkiyeyê dît, pêngavan diavêje. Ji bo girtina deriyê di navbera Rojava û Başûr de jî hewce nake hêzek Tirkiye liwir hebe, Tirkiye dizane hêzek liwire û li ser wê herêmê desthilatdare. Tirkiye bi rêya PDK’ê di van mijarane de hertim serketiye. Yan nexwe ti hêcetek ji bo girtina derî nîne. Eger ne wisan be, wê demê bila sedema sereke ya girtina derî bêje. Eger bi xwe jî nikare ji bo çi rê nade hêzên din yên siyasî piştgiriyê bigihînin Rojavayê Kurdistanê? Eger wiha dewam bike, wê ji bilî şermezariyê tiştek ji bo xwe nehêlin. Wê piştî vê çawa bikare bêje ez hêzek Kurdistanîme, hêzek netewîme, ev yek bi axaftin nabe, pêwîstî bi kiryarê ye.
Bi giştî Kurd û taybet jî Herêma Kurdistan çawa dikare sudê ji guhertinên li Rojhilata Navîn diqewimin bigire?
Ger Kurd bixwazin sud ji vê derfetê bigirin, divê hemû pirsgirêk, pêşbaziya herêmî û cîhanî baş têbigihin, bêyî vê dibe ku bi berjewendiyên herêmî û navneteweyî re rûbirû bimînin. Ya ku niha pêwîst, rêveberiya Kurd a li ser hemû herêmê ye, bê ku bê paşxistin, divê biryara civîn û kongreyek nîştimanî ya Kurdistanê were dayîn. Liwir biryar were girtin bêka wê rêveberiyek çawa jibo mijara nîştimanî ya rewa were avakirin. Di wir de were diyarkirin ka wê bernameya siyasî û stratejî çawa be.
Divê qonaxê de pêwîste KCK, parlamentoya Herêma Kurdistanê berpirsyartiyê bigire ser xwe. Divê hemû pirsgirêkên niha yên weke avakirina hikumetê û lihevkirinên giştî bidin aliyekê û li ser asta mijarên netewî civîn destpê bikin. Divê Rêveberiya Xweser ya Rojava di kongreyê de amade be û liwir biryar bidin bê ka wê rêveberiyek çawa di pirsa netewî de ava bikin.