NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnamevan û Edîtorê Beşa Erebî ya ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed, piştî 454 rojan bê ceza ji aliyê PDK’ê ve hate revandin û girtin, îro hat berdan.
Di 6’ê Kanûnê de Parêzer Nerîman Ehmed ku yek ji parêzerên Silêman Ehmede, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal Facebook’ê ragihand, Dadgeha Temyîzê ya Herêma Kurdistanê tometên li ser Rojnamevan Silêman Ehmed rakir û biryara berdana wî daye.
Îro Rojnamevan Silêman Ehmed piştî 454 rojan di girtîgeha PDK’ê hate girtin, azad bû.
Hêjayî gotinêye ku Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di Deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel wî bikin. Di 29’ê Tîrmeha 2024’an de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birîbû.
(fk)