Elî Kerîmî: Yê ku piştgirî û alîkariya DAIŞ’ê dike Tirkiye ye

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û siyasetmedar Elî Kerîmî dibêje, “Ger DAIŞ zindî bibe, xeteriyeke mezin li ser Rojava çêdibe. ji ber ku kula Kurdan ketiye dilê DAIŞ’ê û baş dizane ew bi destê Kurdan têk çûn. Yê ku piştgiriya terorê û DAIŞ’ê dike Tirkiye ye û dixwaze bi êrişkirina ser herêmên Kurdan desterdanê û dagirkeriya welateke cîran bike.”

Metirsiya jinûve zindîkirina çeteyên DAIŞ ku dewleta Tirk a dagirker sponsorê wê ye û dixwaze careke din “xîlafeta DAIŞ’ê” li Reqayê û Dêrezorê zindî bike, li ser Sûriye û Iraqê metirsiyeke mezin çêdike, bi taybetî ku axa Kurdan ji her alî ve di bin dagirkeriyê de ye. Her wiha evane û bi hevkariya hêzên Sunnî yên nêzî dewleta Tirk ji bo cîbicîkirina projeyeke efûya giştî ku niha ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve hatiye rawestandin, wek yek pakêtekê tê dîtin.

Di hevpeyvîneke taybet bi ajansa me Rojnews’ê re nivîskar û siyasetmedar Elî Kerîmî, behsa armancên planên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo jinûve zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê dike.

 Berê eşkere bû ku dewleta Tirk a dagirker alîkar û piştgirê çeteyên DAIŞ’ê bû. Niha jî kar li ser jinûve zindîkirina çeteyên DAIŞ dike û piştgiriya DAIŞ’ê li dijî Kurdan dike. Çima hişmendiya faşîst her tim sponsoriya terorê dike?

Di rastiyê de em bi DAIŞ re jiyan û me dît ka çi karesat li me kirin. Ji bo me hêsane ku bêjin DAIŞ çi xetereke mezine û çi wehşîgeriyeke. Ji destpêka sala 2014’an ve, diyare ji bo me hêsane ku bizanin DAIŞ çi xetereyeke mezine. Xeteriyên wê gelekin. Ne tenê li ser me, li ser Rojhilata Navîn, Iraq, Mûsilê, bi taybetî li ser Rojavayê Kurdistanê. Ez bawer dikim eger DAIŞ dîsa zindî bibe ku ez bawer nakim zindî bibe, xeteriyeke mezin dikeve ser Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku kula Kurdan ketiye dilê wan, sedema wê jî ewe ku dizanin ew bi destê şervanê Kurd têk çûne. Dema DAIŞ zindî bû, di ber çavên cîhaneke sekuler û pêşketî de serê leşkeran dibirî û cîhanê nexwest bibîne û fêm bike. Lê em li Rojava zanî DAIŞ çi ye, çi dike.

Em xwedî tecrûbeya têkşikandin û tunekirina DAIŞ’ê li ser destê keç û kurên Rojava ne ku ka çawa li Kobanê û herêmên din pozê wan li erdê hate xistin û tecrubeyek baş jê girtine. Ez bawer dikim êdî nikarin careke din êrişî Şengalê, Mûsilê û herêmên din bikin. Ji ber ku gel û hêzên van deveran li gor berê niha amadetir, bihêztir û xwedî tecrûbeyeke mezin a şer û berxwedanê ne.

Yê ku niha pitşgiriya terorê dike Tirkiye ye wek ka çawa berê me dît ku çeteyên DAIŞ’ê bi hêsanî ji sînorên Tirkiyeyê derbas dibûn, diçûn Stenbolê û bi aramî vedigeriyan û êrişî ser Kurdan dikirin. Ez bawer dikim eger DAIŞ niha di herêmê de bandor û çalakiyên wê hebin ew jî ji ber ku Tirkiye piştgiriya wan dike wek carên berê. Ji ber Tirkiye di xeyala xwe ya li dijî Kurdan de têk çû.

Tirkiye li aliyekê behsa şerê li dijî terorê dike, DAIŞ, PKK û YPG’ê di bazinekê de digire dest, lê dawiya sala borî li Stenbolê civîneke veşartî ji emîrên DAIŞ’ê yên herêmên Mûsilê û Reqayê re bi beşdariya emîrê DAIŞ’ê li Stenbolê pêk aniye. Di civîna bi emîrên DAIŞ’ê de biryar dane êrişî Reqayê û Dêrezorê bikin. Gelo ev durûtiya Tirkiyeyê ji bo êrişkirina li Kurdane an jî berjewendiyên din yên sponsorkirina DAIŞ’ê li pişt wê hene?

Tirkiyeyê ji kevin ve heta niha du ajandayên wê hene. Ajandeyeke wan ku gelek ji wan re ya sereke ye xewn û xeyala wan ya şev û rojê. Bi taybetî desthilatiya Erdogan ku 23 salên heye, Kurd û nasnameya netewî ya Kurdan ji wî re bûye fobiyek.

Ji aliyê aborî ve, Tirkiye ketiye rewşeke xirab. Destpêka salên 2000’î aboriya wan baş bû, lê bi polîtîkayên şer û vala yên Erdogan ew aborî ket. Bi wezîfedarkriina Hakan Fidan ku bi xwe Kurde, nîşan da ku divê Kurdan bi Kurdan bide kuştin û berde hev. Herêmên wek Dêrezorê û herêmên bin desthilatiya QSD’ê di aliyê petrolê de dewlemendin. Lewra Tirkye dixwaze destê xwe bavêje wan herêman daku aboriya xwe baştir bike û li welatên derdora xwe zêdetir destwerdanê bike.

Tu difikirî bû PDK ji planên Tirkiye û DAIŞ’ê agahdar be?

Elî Kerîmî: Tê bîra me ku berî 2013’an yekemîn civîna li gel malbata Barzanî li Ûrdûnê hate kirin. Piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ’ê ve, gelek caran me bihîst ku dibêjin “DAIŞ nîmete”. Ji wê jî girîngtir, bi sedema revîna malbata Barzanî, jenosîda Şengalê çêbû. Wan digot ‘Êdî me cîranek heye binavê Dewleta Îslamî ya Sunnî’. Mebest ji vê dewleta digotin DAIŞ bû. Niha jî ew gelek bi vê yekê xweşin û nikarin bêyî Tirkiyê xwe bilivînin. Ji ber ku ruh û hestên malbata Barzanî di destê Tirkiyê de ye.

(wd)