NAVENDA NÛÇEYAN
Wezareta Darayî ya Iraqê ragihand ku sala borî 13 tirilyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê şandine û jivê hejmarê, zêdetirî 11 tirilyon dînar ji bo mûçeyê karmendên herêmê bû.
Wezareta Darayî ya Hikumeta Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku sala borî (2024) bi giştî qasî 13.1 tirilyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin û hate gotin; “Ji vî pereyî 11.5 tirilyon dînar ji bo mûçe bû û ya din jî ji bo xerca xizmetguzariyê bû.”
Hêjayî gotinê ye li gorî Wezareta Darayî ya hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê jî, sala borî tenê 10 tirilyon dînar ji Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê hatiye şandine.
Ji ber pirsgirêka di navbera hikumeta demborî ya Herêma Kurdistan û Iraqê de, karmendên Herêma Kurdistanê nikarin her meh mûçeyê xwe werbigirin. Bi taybet jî 14 rojin mamosta û karmend li Silêmaniyê daxwaza mûçeyê xwe dikin.