Ji niha şûn ve berhemên herêmê wê li Iraqê bên firotin

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Lijneya Çandiniyê ya Parlementoya Iraqê Xerîb Ehmed ragihand wan Bexda razî kiriye ji bo hinardekirina berhemên çandiniyê yên herêma Kurdistanê weke mirîşk û hêk ji bo bazara navxwe û naverasta Iraqê.

Endamê Lijneya Çandiniyê ya Parlementoya Iraqê Xerîb Ehmed li ser malpera xwe ya fermî ya tevna civakî daxuyaniyek da û got: “Bi kêfxweşî radigihînin ku piştî nîqaşên çend rojan yên dûr û dirêj yên li gel Wezareta Çandiniyê ya Iraqê, dîsa serdana Lijneya Çandiniyê ya Parlementoyê ya ji bo Wezareta Çandiniyê ya Herêma, nîqaşên taybet yên li gel Wezîrê Çandiniyê ya hikûmeta herêmê me karî aliyên peywendîdar ên Bexda razî bikin.”

Ehmed anî ziman ku biryar hate girtin ku hemû astengiyên pêşiya bazara berhemên çandiniyê bê rakirin û got: “Rê hate dayîn ji bo berhemên herêmê bigihêjin bazarên naverast û başûrê Iraqê. Dîsa biryar hate dayîn ku deriyek bê vekirin ji bo şandina goştê mirîşk û hêkan û dubere destpêkirina şandina herêmên navxwe û jêra Iraqê.”

Ehmed destnîşan kir ku ev gav dibe piştgirîkirina berhemên navxwe û pêşketina kerta çandiniyê û başkirina rewşa aborî.

(eh)