Peyama Dîrokî li Kurdistan û cîhanê çawa hate pêşwazîkirin?

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê li gel girtiyên din ên Îmraliyê û şandeya DEM Partiyê, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk‘ kir. Ev peyama dîrokî li gelek bajarên Kurdistan û dervey welat, di ekranên mezin de bi awayekî zindî bi tililî û dirûşmeyan hate guhdarkirin û pêşwazîkirin. Her wiha ji aliyê gelek aliyên Kurdistanî û cîhanî ve bi awayekî erênî û wek firsendek dîrokî hate pêşwazîkirin û pênasekirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 salin li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, tevî Heyeta DEM Partiyê û hevalên xwe yên girtî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir.

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) cara sêyemîn li Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di hevdîtinê de cih girtin. Her wiha girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girtin.

Rêber Apo, Heyeta Îmraliyê û 3 girtiyan li Îmraliyê daxuyaniya hevpar dan. Dîmenê daxuyaniyê hate kişandin lê dewletê neda şandeyê. Tenê wêneyên daxuyaniyê radestî heyetê hatin kirin.

Endamên Şandeya Îmraliyê piştî daxuyaniyê ji giravê vegeriya û li Hotêla Elît Worldê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Daxuyanî, saet di 17.00’ê de destpê kir. Kurdiya banga dîrokî ya Rêber Ocalan Ahmet Turk û Tirkiya wê jî Pervîn Buldan xwend.

Ji zêdetirî 140 dezgehên çapemeniyê nêzî 300 rojnamevanan daxuyanî şopandin. Di heman demê de gelek parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar û rewşenbîr jî li eywana daxuyaniyê amade bûn.

Peyama Dîrokî di ekranên mezin de li ber tililî û dirûşmeyan hate guhdarkirin

Şande piştî hevdîtinê di saet 17:00’an de li Stenbolê bi daxuyaniyekê peyama dîrokî ya Rêber Apo belav kir. Şande di daxuyaniyê de li gel banga sedsalê ya Rêber Ocalan wêneyê Rêber Apo jî belav kir. Daxuyanî li gelek bajarên Kurdistan û dervey welat, ji Hesekê heta Silêmaniyê, ji Mexmûr û Şengal heta Amed û Wanê bi zindî û di ekranên mezin de hatin guhdarkirin.

Li Kurdistan û Ewropayê sedhezarên kesên li qadan kom bûn, peyama Rêber Apo ya bi sernavê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” pêşwazî kir.

Peyam, li bajarên Wan û Amedê bi kombûnên navendî, bi rêya ekranên mezin hat temaşekirin û guhdarkirin. Piştî xwendina peyamê, girseyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vire” berz kirin.

Li başûrê Kurdistanê jî peyam li Silêmanî, Wargeha Paneberan a Mexmûrê û Şengalê jî bi rêya ekranên mezin û bi girseyî hat guhdarkirin.

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, ji Dêrikê heta Helebê li 8 navendan peyam li meydanan ji aliyê deh hezaran kesan ve hat guhdarkirin. Li her navendekê peyam bi dirûşme û tîlîliyan hat pêşwazîkirin.

Bi heman rengî li gelek navendên Ewropayê jî bi hezaran kesan peyam ji ekranên mezin guhdar kirin.

Bang û piştevaniyên ji bo Peyama Dîrokî

Piştî banga Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsa Kurd û şûn ve bangên piştevaniyê jî yek bi yek derdikevin holê.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ku bi rêya Zoom’ê tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya Kuluba Çapemeniya Navneteweyî ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li Paytexta Emerîka Washîngton DC’ye hat lidarxistin bû, têkildarî Sûriye, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peyama dîrokî ya Rêber Apo daxuyaniyek da. Ebdî bal kişand ku peyama Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku taybete ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), eleqe bi wan ve nîne.

Ebdî anî ziman nameya ji bo Başûrê Kurdistan û herêmên din hatine şandin, ji bo wan jî şandiye. Ebdî anî ziman ku peyama Birêz Ocalan peyameke girîng û banga aştiyê ye, eger ku ev yek pêk were, wê demokrasî li Tirkiyeyê zêdetir bipêşve biçe. Herî dawî Ebdî destnîşan kir ku eger aştî li Tirkiyeyê pêk were, wê gavê ti hinceta Tirkiye namîne ku êrişî ser wan bike.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî bi peyamekê piştevaniya xwe ji bo peyama dîrokî û serdemê ya Rêber Apo nîşan da û got: “Em pêşwazî li peyama Abdullah Ocalan dikin. Em bi bawerin ku ev peyam bi perpirsyariya vê qonaxê ye ya ji bo yekîtiya Kurdan û çareserkirinê pirsgirêkê ya bi aştiyane li ser bingehê jiyanek hevpar û avakirina siberojeke geştir û aramtir ya gelê me.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hesaba xwe ya fermî ya Facebookê de bi peyamekê pêşwazî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pêşwaziyeke germ li peyama Rêber Apo kir û ev tişt got; “Em hêvî dikin banga Birêz Ocalan zemînê aştiyê û çareseriya aştiyane xurt bike. Ji bo serkeftina pêvajoyê jî çi bikeve ser milên me, em amade rola xwe bileyzîn. Bêgûman ne bi rêya çekan, serdema aştî, têkoşîna sivîl û demokratîke ku bi vê rêyê wê encam û destkeftên baştir werin bidestxistin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî

Cigirê Serokê Hikûmeta Dem Borî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê taybet ê tevna civakî peyamek da û piştevaniya xwe ya ji bo peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir. Talebanî diyar kir ku gelê Kurd tim gelek aştîxwaz bûye û weke rêya herî dawî ji bo parastina mafê xwe û hebûna xwe dest daye çekê.

Talebanî got: “Birêz Abdullah Ocalan careke din deriyê aştî û çareseriyeke aştiyane û demokratîk ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê vekir. Dest bi qonaxeke nû ya têkoşîna siyasî ya Kurdan li Tirkiyeyê kir. Hêvîdarin û daxwaz dikin ku vê carê ev prose bi encameke bi dil ji bo gelê Kurd û Tirkiye dawî bibe, li ser bingehê rastî bi hev re bijîn. Erkê her kesê ye ku bi pêşwazî li peyama Birêz Ocalan bike, ji bo serxistina proseyê hevkar bin.”

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî piştî peyama dîrokî ya Rêber Apo peyamek da û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman.

Mesûd Barzanî got: “Helwesta me ya di derbarê proseya aştî û çareseriyê ya li Tirkiye de nehatiye guherîn, bi hemû hewl û derfetên xwe piştgiriya vê prosya aştiyê ya li Tirkiye dikin. Aştî yekane rêya rast a çareserkirina pirsgirêkane.”

Yekgirtûya Îslamî Kurdistanê

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Kurdistanê Selahedîn Bahadîn têkildarî peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan got: “Ev peyame pêngava yekem a çareserkirina pirgirêkên zêdetirî 40 salî yên şer û xwînê ye.”

Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser peyama dîrokî ya çareseriyê ya pirsa Kurd ya Rêber Apo û got: “Pêşwazî û piştgiriya her hewldaneke çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên li herêmê dikin.”

Ji civaka navneteweyî pêşwazîkirina Peyama Dîrokî

Civaka navneteweyî jî piştgirî da banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo.

Almanya

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew piştgiriyê didin banga Rêber Apo û got: “Em banga Abdullah Ocalan a ji bo PKK’ê û komên girêdayî wê dest ji çekan berdin û PKK’ê fesh bike, bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev ji bo bidawîkirina tundûtîjî û tolhildanê ya ku bi dehan sal in didome û rê li ber windakirina bi deh hezaran kesan vekir, firsendeke dîrokî ye.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bangewazî gava yekem bû û li ser rola Meclisa Tikriyeyê jî ev tiş hatin parvekirin: “Ji bo bidawîkirina tundûtîjiyê ev gava yekem a girînge, lê pêwîste gavên zêdetir li ser rêya çareseriya domdar ji bo gelên Tirkiyeyê bên avêtin. Di van gavan de, divê berî her tiştî rêzgirtin û misogerkirina mafên çandî û demokratîk ên Kurdên Tirkiyeyê hebe. Meclisa Tirkiyeyê di avakirina vê pêvajoya siyasî û pêkanîna çareseriyên lihevkirinê de roleke sereke dilîze. Em wek hikûmeta Almanyayê amade ne ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

Nacho Sanchez Amor

Raportorê Tirkiye yê Yekîtiya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor piştî daxuyaniyê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parvekirinek kir û diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpêka herî baş e. Nacho Sanchez Amor got: “Abdullah Ocalan îro banga çek danînê û fesih kirinê li PKK’ê kir, ev gavekî dîrokî ye ku bi dilxweşî tê pêşwazîkirin.”

Hevserokê Partiya Çep Jan van Aken

Hevserokê Die Linke Jan van Aken diyar kir ku Rêber Apo deriyê pêvajoya aştiyê vekir û got: “Abdullah Ocalan deriyê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê vekir. Divê hikûmeta Elmanyayê ji bo piştgiriya aştiyê her tiştî bike. Di nav van de rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî heye. Divê Ocalan azad bibe.”

Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres geşedanên li ser banga Rêber Apo bi “kêfxweşî” pêşwazî kir.

Li gorî nûçeya servîsa Fransî ya Tora Televîzyonê ya Kurevî ya Çînê (CGTN), Antonio Guterres banga Rêber Apo wiha nirxand: “Em vê geşedana girîng bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne.”

Koşka Spî

Koşka Spî têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyaniyek da. Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî Brian Hughes banga Rêber Apo weke “Ji bo kêmkirina pevçûnan gaveke girîng” nirxand.

Hughes got: “Ev geşedaneke girînge û em hêvîdarin ku wê di mijara hevalbendên me yê li dijî DAIŞ’ê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji arambûna mutefîkê me yê Tirk re bibe alîkar. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê aştiyê bîne herêmê.”

Îngilîstan

Berdevkê Ofîsa Pêşketin û Civakên Netewetî yê Wezareta Karên Derve yê Îngilîstanê got: “Em hemû aliyan teşwîq dikin ku bikevin nav pêvajoyek aştiyane û avaker ku ewlehî, aramî û rêzgirtina serweriya hiqûqê misoger dike.”

Berdevkê Ofîsê diyar kir ku ew banga Rêber Apo bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got: “Em pêşkeftina ber bi aştî û ewlehiyê ya ji bo gelê Tirkiyeyê yê ku hevalbendek nêzîk a NATO’yê ye bi kefxweşî pêşwazî dikin. Em hemû aliyan teşwîq dikin ku bikevin nav pêvajoyek aştiyane û avaker ku ewlehî, aramî û rêzgirtina serweriya hiqûqê misoger dike. Îngilîstan piştgiriyê bide hewldanên kêmkirina pevçûnan û pêşvebirina aramiyê li Tirkiye û herêmê.”

Massimo D’Alema

Massimo D’Alema ku di dema komploya navneteweyî ya 1999’an de serokwezîrê Îtalyayê bû, li ser banga ‘Civaka demokratîk û aştiyê’ ya Rêber Apo daxuyaniyek da. Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Massimo D’Alema ji Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê (ANSA) re axivî û anî ziman ku banga dîrokî ya Rêber Apo gaveke erênî û bi wêrek e.

D’Alema destnîşan kir ku li pêşberî daxuyaniya Rêber Apo divê dewleta Tirk gavê biavêje û got, “Ev pêşketineke erênî ye, peyameke bi wêrekî ye û hêvîdarim hikumeta Tirk û aliyê Erdogan wê ji bo bidawîkirina vî şerê giran û demdirêj weke rêyeke şênber binirxîne. Aliyê din dest ji têkoşîna çekdarî berdide, lewma divê mafên Kurdan bêne naskirin.”

Peyama Dîrokî ya Rêber Apo bandorek diyarker li ser gel û aliyên Kurdistan û civaka navneteweyî kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya peyama xwe ya dîrokî de têbiniyek bi rêya şandeyê piştî daxuyaniyê parve kir û wiha hate ragihandin: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”

(fk)

Ji Rêber Apo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin – Hate Nûkirin