YNK: Ji bo avakirina hikumetê ji sedî 90’ê nakokiyan çareser bûye

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê yên li ser avakirina hikumetê, ji sedî 90 çareser bûne.

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre derbarê hewldanên ji bo avakirina hikumetê de agahî parvekirin.

Seedî Ehmed da zanîn ku civînên wan yên bi PDK’ê re dewam dikin û got; “Civînên me yên ji bo pêkanîna hikumetê, yên bi PDK’ê re di qonaxa dawî dene. Me bi PDK’ê re kariye ji sedî 90’ê nakokiyan çareser bike, lê hinek mijarên mane jî wê îro di civîna navbera me û PDK’ê de werin gotubêjkirin.”

Pîre herî dawî got; “Divê em ji pirsgirêkên berê dersê wergirin û ji bo pêkanîna hikûmet û parlamentoyeke bibandor ji bo bihêzkirina aramiyê li Herêma Kurdistanê kar bikin.”

Bafil Talebanî û Mesrûr Barzanî dê bicivin