Biryara Trump dê çi bandorê li ser aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê bike?

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Li piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya zêdekirina bacê li ser beşek ji welatên cîhanê, ku Iraqê jî digire nav xwe, dê bandorên nerenî yên biryara Trump li ser Iraq û Herêma Kurdistanê çi bin? Tevî ku Iraqê tenê petrol û xurme heye ku hinardeyî derve bike û di heman demê de, bandorên li ser Iraq rasterast kar li ser rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê jî dikin.

Di derbarê bandora biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya têkildarî zêdekirina bacê li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, pisporên aboriyê ji ajansa me Rojnews’ê axivin.

Pisporê aboriyê û Mamostayê Zanîngehê Dr. Xalid Heyder got; “Eger em nirxandineke asayî ji bo bazirganiya di navbera Amerîka û Iraqê de bikin, derdikeve ku rêjeya zêde ya şandina derve ji bo Amerîkayê petrole. Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî behsa wê yekê dike ku sepandina bacê beşê enerjiyê nagire. Ji ber vê yekê li ser bazirganiya navbera Amerîka û Iraqê ya ku heye, bandoreke wisa nabe. Eger Amerîka bixwaze bi fermî gumrikê li ser petrola Iraqê bisepîne, ji bo petrola xwe her çend qasiyeke zêde jî nîne, wê demê hikûmeta Iraqê dikare kiryarên din bibîne ku bifiroşeyê.”

Her wisa da zanîn ku biryar tenê bandorê di navbera wan welatan de çêdike ku bazirganiya mezin di navbera wan de heye û wiha domand; “Eger kelûpel li Amerîkayê zêde bibin, niha ku otomobîla Honda bi 24 hezar dolare, lê piştî sepandina biryarê dê bibe 40 hezar dolar. Ev jî dê bibe sedema ku kirîn li bazarên Amerîkayê kêm bibe û di encamê de daxwaza li ser petrol û enerjiyê jî dê kêm bibe. Tê gotin ku bihayê petrolê du heta sê dolar daketiye û tê pêşbînîkirin ku bigihîje kêmî 60 dolar. Eger bi vî awayî be û em vê bi aboriya Iraqê ve girê bidin, dê demê Iraq û Herêma Kurdistanê jî dê rastî pirsgirêkan bên. Ji ber ku ya ku di bûdceya Iraqê de hatiye texmînkirin dê bi kêmtir dest me bikeve. Lê ji ber ku di mesrefên hikûmeta Iraqê de madeyeke cîgir heye, ku ew jî mûçeye, bi dîtina min hikûmeta Iraqê bi tu awayî naxwaze dest lê bide.”

Dr. Xalid Heyder bal kişand ser wê yekê jî ku ji bo hikûmeta Iraqê rastî zererê neyê, divê dolarên zêdetir bixe bazarê. Bi vî awayî dolar li hember dînarê lewaz dibe. Alternatîfeke din jî di destê hikûmeta Iraqê de heye ku ew dikare dînarê çap bike. Ji aliyekî din ve, Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê dibêje ku ji sedî 80’yê ji pereyê kaş yê aboriya Iraqê di destê welatiyên wê de ye û li malê tê hilanîn. Ji ber ku baweriya wan bi bankan tune ye. Lewma, ev pere çawa bê xistina qada xerckirinê yan elektronîk kirine. Eger hikûmeta Iraqê nikaribe vî pereyî bîne bazaran û neyê xerckirin û hikûmeta Iraqê nikaribe dolarên ku dikeve destê wê bike dînar, hingê neçar dimîne ku pereyan çap bike. Ev jî dê bibe sedema rêjeyeke zêdetir ya enflasyonê û ev jî dê bandoreke xerabtir li ser debara jiyana welatiyên wê bike.”

Têkildarî bazirganiya di navbera Iraq, Herêma Kurdistan û Îranê de jî wiha got; “Ew bazirganiya taybet ya di navbera aboriya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iran û Tirkiyê de, ew sepandin û bacên gumrikê jî dê bandora xwe hebe. Her wiha danûstandinên Amerîkayê yên bi Îranê re, ev hemû bi hev ve girêdayî ne û dê bandorê li ser Herêma Kurdistanê bikin. Ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêjeya 60% tiştên xwe hawirde dike. Lewma sepandina van bacên gumrikê çiqas bandorê li ser Îranê bike, ew qas jî dê li ser Herêma Kurdistanê bandorê dike. Lê di warê mûçe û darayî de, em bi hikûmeta Iraqê ve girêdayî ne.”

Di dawiyê de Pisporê aboriyê û Mamostayê Zanîngehê Dr. Xalid Heyder got; “Tevî ku di warê petrolê de zerer û ziyaneke mezin gihiştiye aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha tembelî û sistiya qadên din yên aborî, eger îsal hişkesalî be û baranbarîn kêm be, wê demê qada çandiniyê jî dê lewaz bibe. Ji ber vê em neçar dibin pêdiviyên xwe ji derve hawirde bikin û wê demê rêjeya hawirdeyê ji 60% zêdetir bibe.”

Mamostayê Zanîngehê û di heman demê de Berdevkê Bazara Pereyan ya Silêmaniyê Cebar Goran têkildarî biryara Donald Trump ya li ser zêdekirina baca gumirkê got; “Bi awayek giştî biryara Trump bandoreke nerênî li ser asta bazirganiya navnetewî çêdike û asta giştî ya bihayan bilind dike. Di pêşerojê de dê bandoreke xirab li ser riqûda aboriya Amerîkayê jî çêke. Lê biryara Trump bandoreke wisa li ser Iraq û Herêma Kurdistanê nake. Ji ber ku welatê Iraqê bikaranînere û ne hinardekare, yan jî tenê hinardeya petrolê dike. Her wiha hinardeya xurmeyan dike ku salane bi 500 milyon dolar tê texmînkirin. Ji ber vê yekê jî ev dê bandoreke mezin li ser Iraqê çêneke. Li gorî daneyan rêjeya hinardekirina Iraqê bo Amerîkayê nagihêje milyarek û 500 milyon dolar, lewma dê bandoreke zêde nebe. Lê ew kelûpelên ku ji Amerîkayê bo Îraq û Herêma Kurdistanê tên împortkirin, dibe ku di pêşerojê de biha li van kelan bilind bibe, bi taybetî ew otomobîlên ku li welatê Amerîkayê tên berhemanîn. Her wiha beşek jî li derveyî Amerîkayê tê hilbirîn. ev jî dê gumrikê bi rêjeya 25% lê zêde bike. Ev gumrik jî dê bandorê li ser bihayê wan otomobîlên Amerîkî bike ku bo Iraq û Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin.

Derbarê xirabiya rewşa aborî li Herêma Kurdistanê û herwiha bandora biryara Trump de, Berdevkê Bazara Pereyan ya Silêmaniyê got; “Nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, bûye sedem ku mûçeyên karmendan derengî bikevin. Ev jî bandor li ser tevgera bazarê û derfetên kar jî çêkiriye. Her wiha Herêma Kurdistanê ji bo rewşa aborî xwedî planeke durist nîne. Nabe ku Herêma Kurdistanê tenê pişta xwe bi dahata petrolê ve girê bide, di demekê de ku xwediyê çendîn sektorane; wek geştiyarî, çandinî û pîşesazî. Lê aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo bi destxistina dahatê, tenê pişta xwe bi yek çavkaniyê ve girê dide, ew jî petrole. Her welatek ku petrolê wek çavkaniya aborî bi kar bîne, cihê metirsiyê ye. Ji ber ku di dema bilindî û nizmiya bihayê petrolê de, bandorê li ser aboriya welatî çêdike. Ji ber vê yekê, divê petrol wek piştgiriyek bê bikaranîn, ne wek çavkaniya aborî.”

Di dewamê de ev yek jî eşkere kir ku du faktorên sereke bandorê li ser geşedana aboriya Herêma Kurdistanê dikin: Yekem, wergirtina mûçeyên karmendên fermî di dema xwe de û herwiha çêkirina planeke aborî ya berfireh di hemû sektorên aborî de ku di dawiyê de bandorê li ser afirandina derfetên kar dike. Her wisa da zanîn ku, eger Hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê li ser hinardekirina petrolê bo derveyî welat li hev bikin, mûçeyên karmendên fermî dereng nakevin û rewşa Herêma Kurdistanê dê baştir bibe.

Mamostayê Zanîngehê û Berdevkê Bazara Pereyan ya Silêmaniyê Cebar Goran di dawiyê de wiha got; “Ji ber ku hikûmeta Iraqê nirxa pereyê xwe di banka navendî de stabilîze kiriye, ku nirxa 100 dolarî li hember 132 hezar dînare, bandoreke mezin li ser pereye Iraqî çênabe, lê bandorê li ser nexdîne û berîka hemû welatiyên wê çêdike.”

(wd)