SILÊMANÎ/ROJNEWS
Jinên bi dest karê çêkirina mehfûran dikin ji alîkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê bêpar hatine hiştin û wek bi xwe dibêjin: “Em daxwaz dikin ku weke berê niha alîkarî were dayîn, ji bo em bikarin vê çandê biparêzin û bidin domandin.”
Nêzîkî 28 salin li Silêmaniyê kargehek ya çêkirina mehfûran ya bi dest heye. Nêzî 20 jinên bi dest karê mehfûran dike li vê kargehê bi hunerên xwe reng dide mehfûran û çanda Kurdî diparêzin. Jinên ku li Kargeha Çêkirina Mehfûran kar dikin têkildarî karên xwe û zehmetiyên ku jiyan dikin ji Rojnewsê re axivîn.
Berpirsa Salona Berhemên Kargeha Mehfûran Serwa Mihemed diyar kir ku sala 1997’an Kargeha Mehfûran li Silêmanî hate avakirin û got: “Ewilê derdorî 70-80’ê jin li vê kargehê kar dikirin. Bi demê re niha tenê 20 jin li vir kar dikin. Ji ber karê mehfûr çêkirinê hinek giran û hûrgiliyên wê zêde ne, gelek ji jinên kêrhatî ji ber rewşa xwe ya tenduristî û jiyanî kar berdane. Hinek din jî ji bo cihê din hatine şandin.”
‘Hikûmet em ji xizmetê bêpar kirine’
Serwa Mihemed da zanîn ku nêzî 10 salin karê çêkirina mehfûran dike û wiha domand: “Berî niha pêwîstiyên me ji aliyê hikûmeta Herêmê ve dihate pêşwazîkirin. Niha ji hemû xizmetan hatiye bêparkirin. Em daxwaz dikin ku weke berê niha alîkarî were dayîn, ji bo em bikarin vê çandê biparêzin û bidin domandin.Heta niha kargeha me navendek yan cihek ji bo firotina berhemên xwe nîne. Hikûmet jî derbarê vê yekê alîkariya me nake em berhemên xwe bifiroşin.”
‘Hemû cûrên mehfûran dizanim’
Jina karker a bi navê Cîhan Elî Mehmûd jî 28 salin karê çinîn û raçandina mehfûran dike û got: “Çinîna hemû cûre mehfûran dizanim û piranî nexşan jî dizanim. Hinek car jî nexş ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên, em hinek guherîna li ser wan dikin. Ev yek jî dibe sedemê demeke zêde. Ji ber hûrgiliyên wê pirin, wexteke zêde ya kar dixwaze. Dîsa gelek fîgûrên siyasî hene ku wêneyên wan tên çêkirin ji bo em li ser mehfûran biçinin.”
‘Jin divê alîkariya aborî destekê bide mala xwe’
Cîhan Elî Mehmûd diyar kir ku berê xwastekek zêde hebû li ser mehfûran, lê niha ji ber krîzên heyî û bilindbûna nirxan daxwaz kêm bûne û wiha pêde çû: “Ev nirx ji aliyê hikûmetê ve tê diyarkirin. Niha hikûmet hemû alîkarî li ser me qût kiriye. Qet xizmetek ji bo me pêşkêş nake. Cihê me di dema havînê de germ û zivistanê jî sare.”
Herî dawî Cîhan Elî Mehmûd destnîşan kir ku divê jin bi kêrhatî û berhemên destê xwe, alîkariya aborî ya mala xwe bikin.
(eh)